Biryarên li ser ‘Rojava’ ya di Parlementoya Kurdistanê de hatine girtin

Parlementoya Başûrê Kurdistanê, li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lezgîn civiya û biryar girtin. Di civînê de biryarên ku bên bi cih anîn hatin girtin, banga yekîtiyê li Kurdan kir.

Di Parlementoyê de destpêkê Serokê Firaksiyona PDK’ê Umît Xoşnav axivî. Umît Xoşnav bal kişand ku dewleta Tirk êrîşî herêma herî bi ewle ya Suriyeyê ku ew jî Rojavayê Kurdistanê ye kiriye. Tirkiye dixwaze demografiya herêmê biguhere.

Xoşnav destnîşana kir ku firaksiyona PDK’ê kuştina welatiyên sivîl şermezar dike û daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê dike ku ji bo rawestandina êrîşan û şer hemû hewldanên dîplomatîk bike.

Xoşnav anî ziman ku nabe metirsiyên DAIŞ’ê bên jibîrkirin û got: “Divê em li dijî vê yekê hişyar bin, ji ber ku hîn jî metirsiya DAIŞ’ê heye.”

Xoşnav got ku ew naxwazin Serêkaniyê û Girê Sipî wekî Efrînê bin û banga yekîtiyê kir. Xoşnav axaftina xwe wiha bidawî kir: “Divê em hemahengiyek di ser hîzban re çêbikin û piştgiriya Rojava bikin.”

Serokê Firaksiyona YNK’ê Cemal Hewêz destnîşan kir ku bi 11 hezar şehîd û 24 hezar birîndaran dawiya çeteyên DAIŞ’ê hatiye û got: “Bi jin û mêrên xwe re ji bo cîhanê bûn sembola berxwedan û azadiyê.”

Hewêz bal kişand ku hêzên navneteweyî li şûna ku piştgiriya vê berxwedan û rûmetê bikin û wana biparêzin, gelê herêmê ji bo dagirkerina kirine nêçîr û pariyek xwarinê.

Hewêz da zanîn ku gelê Kurd di metirsiyê de ye û wiha dom kir: “Eger wiha berdewam bike, emê bi metirsiyek mezin a mirovî re rû bi rû bimînin.”

Cemal Hewêz ji bo parastina gelê Kurd bang li tevahiya hêzên siyasî yên Kurd kir ku yekrêziyaa xwe ava bikin.

Hewêz her wiha ji hêz û civaka navneteweyî xwest ku zext bikin ku dawî li dagirkeriyê were.

Cemal Hewêz ji Iraqê jî xwest ku ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê butçeyekê veqetîne. Her wiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku deriyên sînor veke da ku alîkarî bi rehetî biçin.

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Fraksyona Tevgera Goran Elî Heme Salih: Silav li gelê Rojavayê Kurdistanê û şervanan. Rihê şehîdên Rojava û Kurdistanê şadbe, şifayê ji tevahî birîndaran re dixwazin. Em operasyona Tirkiye ya li dijî Rojava şermezar dikin. Armanca wan a ji van êrîşan têkbirina Rêveberiya Xweser a Rojava û qirkirina Kurd e. Lê serneket. Tevî trafîka dîplomatîk jî ti garantiyeke rawestandina şer nîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê ji bo Rojava û Herêma Kurdistanê biryarê bigire. Em daxwaz dikin Hikûmet di çarçoveya yasayî û biqasî hêza xwe alîkarî bide Roajva. Em weke Goran piştgirî didin rêveberiya Rojava û rêkeftinên dikin. Divê alîkariya madî û manewî ji bo Rojava were dayîn. Divê birîndarên Rojava derbasê herêmê bên kirin û werin dermankirin.

Pêwîste Rêveberiya herêmê ji bo Rojava serdana konsolosxaneyên welatan bike. Parlementoya Herêma Kurdistanê di sala 2014’an de bi fermî rêveberiya Rojava nas kir. Em yênrêveberiya Rojava weke terorîst binav dikin şermezar dikin û qebûl nakin. Divê hêzên leşkerî yên biyanî ji Herêma Kurdistanê bên derxistin û tê xwestin parlementoyên Iraq û herêmê biryarek di vê derbarê de derxin. Divê bawermendên îslamî li dijî êrîşên bi navê îslamî tên kirin bisekinin.

Fraksyona Newey Niwê Dr. Kazim: Parlementoya Herêma Kurdistanê piştî hefteyek li ser êrîşan Rojava derbasbû kombû. Gelek welat di demek zûde helwest nîşandan, lê parlementoya herêmê dereng ket.Tişta niha rû dide sedema wêya sereke parçebûna Kurd e. Ev parçebûn jî berxwede pêşneketiye. Her partiyek pişta xwe daye Tirkiye, Îran û dewleteke din. Çima em li çar parçeyên Kurdistanê nebin yek û di demên teng de hevkariya hev nekin? Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi rêveberiyeke hevpar a Kurd heye. Ev pir baştire ku em li ser medyaya mecazî behs bikin yanjî alîkariya madî bişînin.

-Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd divê rêveberiyeke hevpar a Kurd çêbibe.

-Divê hikûmet alîkarî bişîne bo Rojava.

-Divê ekîbên tendûristiyê ji bo Rojava werin şandin û ez bixwe jî weke bijîşkek amademe biçim.

-Divê hêzên navnetewî ji bo rawestandina şer hewldanên xwe zêde bikin.

Fraksoyona Komela Îslamî Ebdulstar Mecîd: Ev rûniştina parlementoyê gelek dereng ket, diviyabû zûtir hatiba kirin.

Bi navê Hz Muhamed operasyon dikin, di şer de jin, zarok û kesên bê parastin dikujin. Di dînê pêxember de tiştek wisa nîne. Em êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye şermezar dikin û ev berovajiyê hemû qanûnên navnetewî ne.

Divê Civaka Navnetewî û Konseya Ewlekariyê erka xwe ya exlaqî pêkbînin û van êrîşan rawestînin.

Divê Parlemento şandeyek ji bo Rojavayê Kurdistanê bişîne, ji bo rewşa Rojava ji nêz ve bişopîne û weke raporek pêşkêşê parlementoyê bike. Divê biryara hejmara 37 ya 2014’an parlemetnoyê bikeve meriyetê ku têde têgotin, divê artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê were derxistin. Ji ber em jî li Başûr dibin êrîşên wan de ne, tên kuştin û birîndar kirin.

Fraksyona Yekgirtûya Îslamî Dr. Şêrko Cewdet: Silav ji bo canfedayên Rojavayê Kuridatnê û êrîşan bi tundî şermezar dikin. Em bikaranîna ol û îdolojiyên ku ji bo kuştina welatiyan bikartînin şermezar dikin. Ev yek bi ti awayî nayê qebûl kirin. Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê jî biryareke lezgîn ji bo hevkarîkirina Rojavayê Kurdistanê derxîne.

Ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxwaz dikin van daxwazên me bigihîne hemû welatên ku dikarin rol bilîzin û divê Hikûmeta Herêmê jî seferberiya alîkarî dayîna koçberan ragihîne û alîkarî bişîne.

Serokê Fraksyona Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî Romyo Hekarî: Yên li Rojava dibin qûrbanî Kurd, Ereb û pêkhateyên weke me Sûryanî û Asûrîne. Em hemû qûrbanî û şehîd didin. Divê em hemû hevkariya hev bikin, ji bo rawestandina ev rewşa metirsîdar û şer.

Fraksyona Serdem: Em êrîşan şermezar dikin û daxwazê ji Tirkiyê dikin dawî li hilbijêrka şer bîne û rêya guftûgoyê çareser bike. Em ji helwesta Amerîka û hevpeymaniya navnetewî nîgeranin ku pişta xwe dane Kurdan.

Divê erka me ya sereke parastina gelê me û deskeftiyan mebe û ji bo vê jî pêwîste aliyên siyasî lihev bicivin.

BIRYAR

12 biryarên di rûniştina Parlementoyê de derketin wiha ne:

  1. Parlemetoya Kurdistanê dijî şere û daxwaz dikin her cûre şerê leşkerî bi dawî were, li dewsa wê rêya çaerseriya aşitiyane û diyalog bê tercîhkirin.
  2. Em bi tundî êrîş, operasyon û hedefkirina welatiyên sivîl şermezar dikin. Daxwaz dikin can û malê welatiyan û dezgehên medenî bên parastin.
  3. Parlementoya Kurdistanê ji bo parastina ewlekarî û aşitiya navdewletî, li ser esasê peymanên navnetewî, daxwaz ji civaka navnetewî, NY, YE û rêxistinên navnetewî û herêmî dike, hewldanên xwe zêdetir bikin, zextên dîplomatîk siyasî ji bo bidawîna ev şer û operasyona dijî Rojava zêdetir bikin.
  4. Em Hikûemta Herêma Kurdistanê erkdar dikin biqasî hêza xwe, bi hevkarî û hemahengiya rêxistinên navnetewî, hemû amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirina penaberên ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe bidin herêmê bikin.
  5. Daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê û dezgeha serokatiyê dikin, bi hevkariya hikûmeta Federal û aliyên siyasî, bikevin nava hewldaneke dîplomatîk ji bo piştgirîkirina bijardeya aşitiyê.
  6. Daxwazê ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin, alîkarî bide saziyên hikûmî yên Herêmê ji bo dabînkirina pêwîstiya penaberên Rojava. Ji bo vê jî ji bûdceyek parek ji bo penaberan veqetîne.
  7. Daxwazê ji konsolosxane û nûnerên welatan ên li Herêma Kurdistanê dikin, hikûmetên xwe ji rewşa Rojavayê Krudiatnê agahdar bikin. Hewl û zetek dîplomatîk çêbikin ji bo rawestandina şerê çekdarî. Pêwîste bijardeya çareserî û guftûgoyê ferz bikin.
  8. Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo komkirina alîkariyê, hilmeteke nîştîmanî  radigihîne. Daxwazê ji welatiyên herêmê dikin bi erka xwe ya mirovî û dostane rabin. Hemû dezgehên hikûmî û nehikûmî bi hawara penaberan ve biçin.
  9. Parlementoya Herêma Kurdistanê ji rewşa niha gelek nîgerane û metirsî heye ku binpêkirinên dijî mirovahî û guhertina demografya ya li Efrînê kirin, li Grê Spî,Kobanî û Serêkaniyê jî heman tişt pêk bînin. Divê hemû hewldan ji bo wê be ku pêşî li rewşeke vî awayî bê girtin.
  10. Gelê Kurd û gelên Sûriyê mafê wan yê xwezayî, yasayî û demokratîk heye ku di çarçoveyeke dîplomatîk de çareserî ji rewşa Sûriyê re bibînin. Ev jî di çarçoveya rêkeftinên Cinêv, Astana û Neteweyên Yekbûyî yên derbarê Sûriyê de dibe. Piştî rewşa şer li Sûriye mafên netewî, rêveberî,welatîbûn, wekhevî û dadperweriyê di çarçoveya destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de divê bê garantî kirin.
  11.  Parlementoya Herêma Kurdistanê daxwazê ji hemû hêzên Kurdistanî yên Rojoavayê Kurdisatnê dike, şer û nakokiyên hizbî û îdeolojîk bidin aliyekî, qonaxeke nû ya xebatên hevbeş û di heman eniyê de , li ser esasê berjewendiyên gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê bihevre bixebitin. Li ser esasê bihevre jiyakirin û diyalogê li dijî terorê bisekinin û êrîşên nû bidin aliyekî.
  12. Bûyerên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê rû didin û vekişîna hêzên hevpeymanî, operasyon û êrîşên li ser çend herêmên Rojavayê Kurdistanê, hemû deskeftiyên li dijî terorê û DAÎŞ’ê vala derdixe, dibe sedem ku teror û DAÎŞ careke din zêde bibe. Ev jî careke din aşitî, ewlekarî û aramiya herêm û cîhanê dixe metirsiyê.