Biryara ‘domandina girtina’ Hevşaredarên Rêya Ermûş hatin dayîn

Biryara domandina girtina Hevşaredarên navçeya Rêya Ermûş a Wanê Şehsade Kurt û Azîme Yacan ên ji erkê hatin girtin û girtin, hate dayîn.

Hevşaredarên Rêya Ermûş a Wanê Azîme Yacan û Şehsade Kurd ên 11’ê Mijdara 2019’an ji erkê hatibûn girtin û li şûna wan qeyûm hatibûn wezîfedarkirin vê Duşemê cara yekem derketin pêşberî dadgehê.

Li gel hevşaredar Azîme Yacan û Şehsade Kurt parêzer û rêveberên HDP’î yên Wanê li rûniştina li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat amade bûn.

Piştî rûniştina nêzî 3 saetan dom kir û şûnde heyeta dadgehê biryara domandina girtina Kurd û Yacan da, rûniştina din jî sewqî 6’ê Gulanê kir.