Biryar hate dayin ku Guven bê berdan

Ji bo berdana parlamentera Colemêrgê ya HDP'yî Leyla Guven ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve dîl hatiye girtin, serlêdan hate kirin. Serlêdan ahte qebûlkirin û biryara berdana Guven hate dayin.

Li gorî agahiyan, ji bo serlêdana parêzer Reyhan Yalçindag bersiveke erênî hatiye dayin.

Tê payin ku Guven a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê dîlgirtî ye, di nava rojê de were berdan.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber daxuyaniyên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û karê xwe yê li nava KCD'ê, roja 22'ê Çileyê di serdegirtina mala xwe de hatibû destgîrkirin. Piştî 9 rojên destgîrkirî Guven 31'ê Çileyê hatibû girtin.

Guven di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li Colemêrgê hate hilbijartin.