Birca Ben û Sen ji ber îhmalê hilweşiya

Beşa Sûrên Amedê ku di nav gel de bi navê Birca Ben û Sen tê zanîn, ji ber îhmalê hilweşiya.

Sûrên Amedê ku piştî Seda Çînê, Sûra herî dirêj a cîhanê ye, ji ber îhmalê bi metirsiya hilweşînê re rû bi rû ye. Piştî barana zêde ya zivistana bihurî, beşeke Sûrê ku di nav gel de bi navê Ben û Sen tê zanîn, hilweşiya. Niştecihên taxa Ben û sen a li binê bircê ye, piştî hilweşînê diyar kirin ku ji ber vê hilweşînê bi fikar in. Şêniyên taxê bertek nîşan da û got, “Em bi giştî tax bi fikar in. Tevî me ji rayedaran re got çêbikin jî, lê bi alçiyê hinek şeq û derz girtin û çûn.”

Niştecihê taxê Denîz Guler ku ji rojnameya Evrensel re axivî got, “Em newêrin li nav taxê bigerin. Em bi fikar in. Em bi dilrehetî nikarin biçin mala xwe û bên. Malên me li bin Sûrê ne lê em nikarin biçin û bên. Demeke dirêj e Sûr, bê xwedî hatiye hiştin. Birc bi ser me de hilweşe wê çi be? Ma divê mirov bimirin?”

Niştecihekî din Yaşar Hantaş jî ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku bi tirs û fikar in. Hantaş got, “Birc, ji bêxwediyêtiyê hilweşiya. Ne tenê ev der, Sûr seranser di vê rewşê de ye. Divê demildest bê restorekirin, nexwe wê hilweşe û mirov di bin de bimînin.”