'Bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne'

Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan kûr û taybet e ku bi hiqûqê nikare bê vegotin.

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku tecrîd kiryareke derveyî mirovahiyê û paşverû ye ku dişibe sîstema tolhildanê ya serdema navîn û destnîşan kir ku divê dest ji vê kiryarê bê berdan.

Parêzer Demîr bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û anî ziman ku mînakek vê kiryara li dijî mirovahiyê nîne û wiha dewam kir, "Armanc ji vê kiryarê ew e ku mirov ji aliyê îradeyê ve bişikîne, wî teslîm bigire. Di hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî de şêweyê înfazê yê bi vî rengî li dijî mirovahiyê û weke êşkenceyê tê pênasekirin. Mixabin dema mijar Abdullah Ocalan be hiqûq jî li gorî berjewendiyên dewletan dikin qurbana têkilî û desthilatdariyê. Rewşa hiqûqî ya Abdullah Ocalan taybet û kûr e ku bi ti awayî bi pênaseya 'îzolasyona civakî' nikare bê vegotin. Divê tavilê dest ji vê sîstema li dijî mirovahiyê bê berdan ku dişibe sîstema tolhildanê ya serdema navîn."