Bîlgen û Alaca: Li vîna xwe xwedî derkevin
Hevşaredarên Qersê yên HDP'ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bang li gelê Qersê kirin ku xwedî li vîna xwe derkevin.
Hevşaredarên Qersê yên HDP'ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bang li gelê Qersê kirin ku xwedî li vîna xwe derkevin.
Piştî ku MHP'ê serlêdan kir ku hilbijartina Qersê were betalkirin, Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca li avahiya Rêxistinê ya Bajêr a HDP'ê daxuayniya çapemeniyê da.
'DIXWAZIN DEST LI SER VÎNA GELÊ QERSÊ DEYNIN'
Alaca got hewl didin ku dest li ser vîna gelê Qersê deynin û domand, ''Em bang li gelê Qersê dikin ku li vîna xwe xwedî derkevin.'' Alaca diyar kir serlêdana ji bo betalkirina hilbijartina Qersê hemû gelê Qersê ne rehet dike û got, serlêdana MHP'ê hin tiştên din bi bîra wan tîne.
HELWESTA LI DIJÎ COTSTANDARTIYA YSK'Ê
Alaca diyar kir YSK bi cot-standartiyê nêz dibe û domand, ''Partiya me tespît kiriye ku li gelek deveran hilbijêrên xeyalî hene û îtîrazên hewce kirine. Lê YSK'ê ev îtîrazên me qebûl nekirin.''
Alaca mîna Mûşa û Melezgirê da û got li Qers û Îdirê li gel ku deng dîsa hatine hijmartin jî, îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê qebûl dike û domand, ''Em bang li gelê Qersê dikin ku li vîna xwe xwedî derkevin.''
BÎLGEN: DIXWAZIN MAL Û MILKÊN ŞAREDARIYÊ BIFIROŞIN!
Bîlgen jî got parêzerên ku li ser navê MHP'ê îtîraz kirina xebatên îcrayê yên avahiyên Şaredariya Qersê rê ve dibin û got, ''Armanc ew e ku mal û milkên şaredariyê bifiroşin'' û domand, ''Hacîz li ser hemû avahiyên şaredariyê yê vî bajarî heye û her gav dikarin werin firotin.''
BANGA LI GEL
Bîlgen dawiyê got, ''Mirovên ku heta niha li Qersê kesî ew nedîtine, bi kincên personelên şaredariyê digerin'' û bang kir, ''Em bang li hemû gelê Qersê dikin. Li bajarê xwe, dengê xwe, vîna xwe û li demokrasiyê xwedî derkevin.''