'Bila dewleta Iraqê berpirsyariya xwe bi cih bîne'

Nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedarên ku li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Silêmaniyê li hev civiyan û nîqaş kirin, wê encamên nîqaşan ji rayedarên Iraq û Başûrê Kurdistanê re bişînin.

Li Mêrgepan a Silêmaniyê bi awayek berfireh dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê bi dehan nivîskar, rojnameger, akademîsyen û siyasetmendarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ve hat nîşaqkirin. Di civînê de ku tevahiya rojê dom kir de, metirsiyên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser statuya Herêma Kurdistanê û gefên li ser ewlekariya herêmê hatin nîqaşkirin. Piştî nîqaşan bi daxuyaniyekê encamname hat xwendin. Hat diyarkirin ew ê li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û metirsiya dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê pêşniyar û têbiniyên xwe wek raporekê radestî aliyên peywendîdar bikin.

Encamname ji aliyê Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Kemal Reuf ve hate xwendin û biryare ev pêşkêşî her sê serokatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê were kirin.

Daxuyaniya encamnameyê wiha ye:

“Di encama nîqaşa me de ji bo derbaskirina rewşa niha ya ku Herêma Kurdistan tê de ye, metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk ku li ser beşek mezin a xaka herêmê heye, ger pêşî lê neyê girtin, çend xalek wek pêşniyar me di vê daxwaznameyê de rêzkiriye û em pêşkêşî we dikin. Ku ew jî wihane;

Beşa Yekem: Leşkerkêşana Tirkiye û hewla dagirkirina xaka Herêmê:

1- Li ser leşkerkêşana Tirkiye û êrîşên artêşa Tirkiye yên li ser xaka herêmê, em hişyariyek tund didin aliyên peywendîdar ên herêm, Iraq, UNAMÎ û nûnerên welatan ên li herêmê. Armanca dewleta Tirkiye dagirkeriyek mezine. Dest bi pêngavên derbasbûna nav xaka Herêmê kiriye û niyeta wê ya vegerê nine. Bi vê armancê niha Tirkiye di warê leşkerî û locistîkî de amadekariyên hîn zêdetir kiriye. Heta niha yên bi awayek zelal hatîn aşkerekirin, 37 baregehên mezin û 41 baregehên biçûk ên Tirkiye li nava xaka Herêma Kurdistanê de hene.

Li aliyê din ji ber bombebaran û leşkerkêşana artêşa Tirk heta niha zêdetirî 650 gund vala bûne. Ji par heta niha jî 34 gund hatine vala kirin û metirsiya valekirinê li ser gelek gundên din jî hene.

Hêzên Tirkiye li hinek cihan 5, li hinek cihan 10, li hinek cihan jî 20 ta 30 kîlometre derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bûne, baregeh û navendên leşkerî lê avakirine.

Pêwîste Parlementoya Iraqê li gor yasayên heyî parastina serweriya xak û asîmanê welat bike û hewildanên cidî ji bo pêşîlêgirtina êrîş û leşkerkêşa artêşa Tirkiyeyê bigre. Bi taybet divê hedef girtina welatiyên sivîl û gundan a ji aliyê artêşa Tirk ve were qedexekirin, ku di hefteya borî de jî li çend cihan bombebaran kir û di encama êrişan de hejmarek welatî bûn qurbanî.

2- Artêşa Tirkiye li sinorê bajaroka Başîqa nêzî 100 kîlometran bi pêş de hatine, baregehên xwe avakirine, tenê 20 kîlometran ji Mûsilê dure. Li gor zanyariyan hewildanên niha û zêdekirina êrîşan ji bo wê yekê ye ku dixwaze di destpêkê de bi dirêjahiya hemû sinor bi kûrahiya 30 ta 40 kîlometran dagir bike û hêzên xwe yên leşkerî lê bicih bike.

Tê pêşbînîkirin ger ev hewildan û planên Tirkiye biser bikeve, wê hêzên xwe bi navenda leşkerî ya li Başîqa re girêbide û piştre jî kar li ser dagirkirina Musilê bike. Ji bona wê berpirsyartiyek mezin dikeve ser milê hikûmeta Iraqê daku serweriya xaka xwe bi parêze. Metirsiya dagirkeriya Tirkiye li ser beşek mezin û giring a xaka xwe dûr bixe. Her wiha biryarên parlementoya Iraq û Herêma Kurdistan ên derbarê derxistina artêşa Tirk de bi cih bîne.

3- Pêwîste aliyên ewlehiyê yên Herêm û Iraqê karek cidî ji bo nehiştina kiryarên qetilkirina welatî û çalakvanên ji beşên din ên Kurdistan ku di nava xaka Herêmê de hene, bikin. Pêwîste parastin û ewlehiya jiyan û malê wan bike.

Li aliyê din jî parastina penaberên siyasî û xelkê sivîl yê nav kampên li Herêma Kurdistanê de hene bike ku car bi car dibin hedefa bombebaranên balefirên Tirkiyeyê. Di encamê de şehîd û birîndar çêdibin. Ev tawaneke li dijî mafên penaberî û mafê mirove li hemû cîhanê.

4- Parlementoya Iraqê berpirsyare lihevkirinên ewlehiyê yên di navbera dewleta Iraq û Tirkiye de hene liber çavan re derbaske daku rê li dagirkeriya dewleta Tirk a li nav xaka Iraq û Herêmê bigre.

5- Tevayî konsolosxane, nûnerên welatan ên li Herêma Kurdistanê, encûmena asayîşê ya Netewên Yekbûyî û nûnera taybet a Netewên Yekbûyî li ber berpirsyartiyek mezin de ne. Pêwîste ev alî karek cidî li gel aliyên peywendîdar bikin daku zextek bihêz li ser dewleta Tirk çêkin û di demek zûde pêşî li êriş û dagirkeriyê bigrin. Hewil bidin pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane li Tirkiyeyê çareser bikin.

Di demek de ku artêşa Tirkiye bêy ku guh bide welatiyên sivîl, di nav kûrahiya xaka Herêmê de li deverên dûrî sinorê Tirkiyeyê êriş û bombebaranên mezin dike. Di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî. Di heft salên borî de 113 welatiyên sivîl şehîd bûne û di nava wan de gelek jê zarokin.

Divê di zûtirîn dem de ev êriş werin rawestandin û werin şermezarkirin. Di demekî de ku demografî û xwezaya Kurdistanê têkdaye û bi çekên kimyawî êrîşê ser deverê dike.

Beşa Duwem: Rewşa Herêma Kurdistan, metirsî û çareserî:

1- Der barê metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê, li gorî me divê hikûmet û parlementoya Herêma Kurdistan bi şêweyek cidî li gel hikûmeta federal bikevin nava giftûgoyan, mijarên nehatine çareserkirin, di demek zûde çareseriyek dayîmî jêre bibînin. Bi taybetî mijarên sotemenî û enerjî ku mijarên herî mezin ên nakokiyanin. Niha her du alî pêdagiriyê li ser xwestekên xwe dikin. Pêwîste ev pirsgirêk li gor desturê werin çareserkirin. Divê ti alî li gor berjewendiyên şexsî, hizbî û siyasî nêzî mijarê nebin. Divê desturê bixin bingehê peywendiyan û çawaniya danûstandina li ser dosyên navbera herdu aliyan.

2- Nabe bi ti awayek desthilatdarên Herêma Kurdistanê rê bi xwe bidin ku serweriya xak û gelê Herêma Kurdistanê binpê bikin. Pêdagiriyê li ser xwestekên xwe yên darayî û aborî bikin ku ji bilî wan kesek din sud jê negirtine. Metirsiyek cidî li ser Herêma Kurdistanê çêbûye, heta nûnera UNAMI çend caran îşaret pê kiriye. Di dawiya meha borî de jî balyozê Amerîka bi zelalî eşkere kir metirsî li ser statûya Herêma Kurdistanê heye.

3- Nabe hikûmeta Iraqê mafên darayî, jiyana xelkê Herêmê û serweriya xaka Herêma Kurdistanê bike beşek ji nakokiyên siyasî, îdarî  ji bo cezakirina hin serkirdeyên siyasî yên Herêmê. Divê çarenûsa xak û xelkê Herêma Kurdistanê nexe ber metirsiyê. Iraq xwediyê desturek federaliye. Divê ji bo avêtina her pêngavekê serî li desturê bide. Ger sucdar hebin li gor destur û yasayên berdest danûstandin li gel bikin. Divê ne gel bi giştî were cezakirin ku beşeke ji vê dewleta federal.”