Bi şertê kontrola edlî Şenyaşarî hatin berdan

Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 lawên wê ji aliyê AKP’iyan ve hatîn qetilkirin, bi şertê kontrola edlî berdan.

Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê, AKP’iyan êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar ji aliyê parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar duh bi armanca daxwaza edaletê li ber avahiya AKP’ê ya Bajêr a Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Di vê demê çalakiyê de polîsan Emîne Şenyaşar û lawê wê bi hênceta “muxalefetiya qanûna xwepêşandan û meşan kirine” destgîr kiribûn. Herduyan jî li Şaxa Ewlehiya Miduriyeta Polîsan mafê dengnekirinê bikar anîn û îfade nedan. Serê sibê herdu birin Edliyeya Rihayê û dozgeriyê îfadeyê wan girt.

Dayîka Emîne Şenyaşar a ku îfadeya xwe bi Kurdî dayî got: “Bila lawê min were berdan, bila lawê Halîl Yildiz were girtin. Zarokên min jiyana xwe ji dest dan. Bila yên kujer bên cezakirin.”

Dozger piştî kar û barên îfadeyê Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar “bi şertê kontrola edlî” ji bo berdanê sewqî Dadgeha Cezayê Silhê kir.

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ên ku derketîn dadgehê bi şertê ku di nava mehê de 2 caran îmze bavêjin hatin berdan.