Bi sedan kes li Mahabadê berê xwe dan gorên çalakvanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Bi sedan kesan li Mahabadê di roja destpêkê ya cejna Remezanê de, serdana gorên çalakvanên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” kirin.

Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (22) di 13’ê Îlona 2022’an de ji hêla “Polîsên exlaq” ve hate destgîrkirin û qetilkirin. Bi qetilkirina Emînî re bi pêşengiya jinan li seranaserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de gelek kes ji hêla rejîmê ve hatin qetilkirin. Bi boneya Cejna Remezanê, li Mahabadê bi sedan kes çûn serdana gorên kesên di çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” de hatin qetilkirin.

Bi sedan kesên di serdana goristanan de hatin ba hev, wêneyên kesên hatine qetilkirin hildan û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştre jî bi sedan kesan bi hev re sirûda neteweyî ya Kurd “Ey Reqîb” xwendin.