Bi navê 'alîkariya zad' cebilxane ji bo DAIŞ'ê hatiye şandin
Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezaba Firate de, dema ku gund ji DAIŞ'ê hatin azadkirin, çekên ku li ser DAIŞ’ê derketin, têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞ’ê careke din raxist pêş çavan.
Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezaba Firate de, dema ku gund ji DAIŞ'ê hatin azadkirin, çekên ku li ser DAIŞ’ê derketin, têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞ’ê careke din raxist pêş çavan.
Di nav çekan de ku li bejahiya Reqayê hatine bidestxistin, derkete holê ku bi navê 'alîkariya zad' cebilxane hatine şandin.
ÇEKÊN BI MOHRA TIRKIYEYÊ
Li gundê Mezîla yê Reqa ku beriya çar rojan ji hêla QSD’ê ve hatibû dorpêçkirin û piştre hatibû azadkirin çekên çeteyên DAIŞ’ê hatin zevtkirin. Di nava van çekan de Kalaşnîkov ê piyade, BKC, MG3, RPG 7 û gelek cebilbane hatin bidestxistin. Di nav wan çekan de ku hatine bidestxistin, sê kîsên savar ê ku devê wê bi girêdana fabrîkayeyê jî hatin zevtkirin.
Ev kîsên savar ku li nav çekan hatine dîtin û bi guleyan hatine tijekirin ên Fabrîkaya Savarê û Baqil a Dere ye. Ev fabrîka bajarê Tirkiyê, li Karamanê ye. Li ser kîs adrês,telefon û nimroya faksê ya fabrîkayê jî heye. Adrêsa li ser van kîsan wiha ye: Herêma Sanayiyê ya Organîze KARAMAN. Tel no: 03802241045 Fask no: 03802241638.
Rayedarên QSD’ê diyar dikin ku Tirkiye beriya niha jî bi gelek rê û rêbazên cuda çek û cebilxane ji DAIŞ’ê re şandine.
XETA KONYA-RIHAYÊ
Beriya niha jî têkildarî têkiliya DAIŞ-Tirkiyeyê li ser xeta Konya- Rihayê ku pir tê bikaranîn, gelek malzmeyên ku ji DAIŞ’ê re hatibûn şandin xuya kiribûn. Fitîlên teqemeniyê yên ku şandibûn li gelek deveran ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn bikaranîn. Ev delîlên ku nû derketin holê, nîşan dide ku ev xet bi rêbazên cudatir ji bo ku çek, cebilxane ji DAIŞ’ê re bişînin tê bikaranîn.