'Bi milyonan kes wê bi ruhê Efrînê dakevin qada Newrozê'

Partiyên siyasî û saziyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê li hev civiyan, bal kişandin ser girîngiya Newroza îsal û banga tevlîbûnê kirin.

HDP, HDK, KCD, TJA, DBP, OSP, HAK-PAR, DDKD li ser Newrozê li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hat ragihandin ku şiyara îsal a Newrozê wiha ye: "Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e", "Faşîzm wê têk biçe, gel wê bi ser bikevin".

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li civînê axivî û işaret bi biryardarî û coşa kongreya xwe ya 11'ê Sibatê kir û got, "Gelên me yên tevlî kongreya me bûn mesajên gelekî girîng dan me." 

Buldan çend ji van mesajên gel bi bîr xist: "Li dijî faşîzmê berxwedan divê. Li dijî esaretê pêwîstiya me bi azadiyê heye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Operasyona li dijî Efrînê ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin. Operasyonên qirkirina siyasî nayên qebûlkirin."

Buldan işaret bi bûyerên li herêmê diqewimin kir û anî ziman ku ev yek jî nîşan dide ku dîroka zilmê wê bi berxwedanê tine bibe.

Buldan destnîşan kir ku Newroza 2018'an li dijî zilm, şer, dagirkerî û polîtîkayên krîzê, ji bo nîşandana berxwedaneke xurt gelekî watedar e û got, "Dema ku bi milyonan mirov îsal herikîn qada Newrozê, wê bê dîtin ku tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan nayê qebûlkirin."

Pervin Buldan destnîşan kir ku hewldana dagirkirina Efrînê wê li qada Newrozê careke din bê şermezarkirin û wiha dewam kir: "Peyama aştiyê ya li dijî şer wê ji aliyê bi milyonan kesî ve bê dayin. Wê bibe Newrozeke welê ku bi milyonan mirov daxwaza xwe ya ji bo aştî û wekheviyê bînin ziman."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Buldan bi wesîleya 8'ê Adarê bang li hemû jinan jî kir ku dakevin qadên Newrozê û got, "Ciwanên ku dibêjin, 'me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin' wan hemûyan dawetê qadên Newrozê dikin.

Şiyara Newroza me ya îsal ev e; 'Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e', 'Faşîzm wê têk biçe, gel wê bi ser bikevin'."

Buldan bang li gel kir ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibe û ji hikumetê jî xwest ku peyamên di Newrozê de bên dayin rast bixwîne."

Piştî axaftina Buldan, Hevserokê HDP'ê Sezai Temelli, Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Agiriyê Berdan Oztürk, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyiğit, Serokê Giştî yê DDKD'ê Veysi Askar û Alîkarê Serokê ÖSP'ê Nusrettin Maçin axivîn û banga tevlîbûnê kirin.

Qisekeran gotin, "Em qadên Newrozê bi ruhê serketinê, bi ruhê Efrînê dagirin. Newroz wê yekîtiya me, serketin û têkoşîna me xurtir bike."