Bi êşkenceyê destgîr kir û girtin!

Li Qereyazi ya Erziromê Îrfan Arslan ê polîsan ew êşkence kir û perasûyê wî şikand, hate girtin.

Li gundê Çawûş ê girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê di 8’ê sibatê cendirmeyan avêtin ser gund û Îrfan Arslan û hevjîna wî Şevîn Arslan û bavê wî Halîs Arslan destgîrkiribûn.

Îrfan Arslan di serdegirtina malê de hate êşkencekirin û du parsûyê wî hatin şikandin, enî, poz û serê wî jî hatin şikandin. Hat zanîn ku tevî êşkence li Arslan hatiye kirin jî Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê û Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolîna ya Herêma Erziromê rapora êşkenceyê nedanê.

Ferdên malbata Arslan ên 4 roj bûn destgîrkirîbûn, piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan birin Dadgeha Erziromê. Îrfan Aslan bi îdîaya “Alîkariya rêxistinê kiriye” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê.

Şevîn Arslan û Halîs Arslan jî bi biryara şertê kontrola edlî hatin berdan.