Bi dehan girtî hatin sirgunkirin

Hat ragihandin ku bi dehan girtiyên li girtîgehên li Balikesîr û Mûşê sirgunî Kayserî û Îzmîrê hatine kirin.

Înîsîyatîfa Hevgirtina Zindanan diyar kir ku bi dehan girtiyên siyasî sirgunî girtîgên cihê hatine kirin.

Li gorî agahiyan rojek berê 37 girtiyên siyasî sirgunî Kayserî û Şakranê ya Îzmîrê hatine kirin. 29 girtiyên siyasî jî sirgunî girtîgeha Kayseriyê hatine kirin. Îlhamî Çinar, Mehmet Kîrlî, Mîsbah Kaya, Osman Sakçi, Nazmî Tûnç, Mehmet Bagirtan, Selamettîn Yilmaz, Şehmûz Turelî jî sirgunî girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hatine kirin.

Di heman demê de gelek girtiyên siyasî yên li girtîgeha Mûşê sirgunî Şakranê ya Îzmîrê hatine kirin. Di heman demê de 3 girtiyên siyasî jî sirgunî Odemîşê ya Îzmîrê hatine kirin.

Li girtîgeha Mûşê  Mehmet Fûat Erol, Nîmet Robîn Erdencî, Nîhat Bîngol, Erhan Şenyûva, Mehmet Şîrîn Aslan, Harûn Şîmşek jî sirgunî girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hatine kirin. Mehmet Nûrî Yildirim, Şerîf Savaş, Agît Gezîcî û Mehmet Akçor jî sirgunî girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hatine kirin.

Hat ragihandin ku li ser girtiyên hatine sirgunkirin lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û bi awayekî kêfî rêveberiya girtîgehê dest datîne ser nameyên girtiyan.