Bi coşeke mezin 15’ê Tebaxê li Qendîl hate pîrozkirin

Bi tevlîbûna sedan kesî yên ji herêmên cuda yên Başûrê Kurdistan û Qendîlê bi coşeke mezin salvegera 35’an a 15’ê Tebaxê roja vejînê pîroz kirin.

Li Binarê Qendîl saet 16:00’an li gundê Silê li qada çalakiya Mertalên Zindî lê didome şahiya pîrozbahiya 15’ê Tebaxê bi sirûda ‘Ey Reqîb’ û deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre jî peyama Komeleya Jinên Kurdistan (KJK) ji aliyê Awaz Îsmaîl ve hate xwendin. Îsmaîl di kesayeta Şehîd Egîd, Mam Zekî û Helmet 15’ê Tebaxê li gelê Kurdistanê pîroz kir. Îsmaîl anî ziman di demekê de ku hebûna Kurdan dihate înkarkirin li Bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya hevrê Egîd guleya yekem hate teqandin û xeyalên faşîstan hate têkbirin û Kurd jî şiyar kir.

Di dewama pîrozbahiyê de jî peyama Hevserokatiya KCK’ê ji aliyê Hozan Kerkûkî ve hate xwendin. Di peyama KCK’ê de hate destnîşankirin ku vê rojê li her kesê pîroz dike û diyar kir ku têkoşîna gerîla ya li Pêngava 15’ê Tebaxê berî 35 salan hatibû destpêkirin kir ku destkeftiyeke mezin ji bo gel bê bidestxistin. KCK’ê diyar kir ku ne tenê di warê çekdarî de pêşketin belkî di warê civakî û siyasî de jî bi xwe re aniye, hêz daye gel û jiyaneke nû ji bo wan daye avakirin.

KCK’ê diyar kir ku pêşketinên li Rojhilata Navîn pêk hatine bi pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatiye, dîsa destkeftiyên li Rojava û Bakurê Kurdistan pêk hatine berhemên pêngava 15’ê Tebaxê ne. KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînê bilind bike. Her wiha KCK’ê bang li ciwanên Kurd jî kir ku tevlî nava refên gerîla bibin.

Di dewama bernameya pîrozbahiyê de Kerîm Xan Surçî derket ser dikê û çend berhemên xwe yên li ser 15’ê Tebaxê û lehengiya gerîla pêşkêş kir.

Helmet Kerkûkî peyama Gencanî Welatparêz ên Kurdistanê xwend. Kerkûkî got: “Bila dijmin baş bizanin ku dibe hevrê Helmet şehîd kiribin, lê ruhî hevrê Helmet ê berdaye nava xakê, li nava dil û mejiyê her ciwanekê de ye.”

Di dawiya bernameya pîrozbahiyê de dengbêj Şeyda Qewamî û koma govendê ya Destanî Qendîl, koma muzîkê ya Rojava û çend hunermendên din derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govend û stranan bi dawî bû.