Bi çavên wêjeyî, Şoreşa 19'ê Tîrmehê

Medya Doz, ku di wêjeya çiyê de tê naskirin, ji bo nivîsandina pirtûk û senaryoyan gelek caran çû Rojavayê Kurdistanê. Bi Medya Doz re em li ser Şoreşa Rojava axivîn.

Medya Doz di destpêka axaftina xwe de şehîdên ku şoreş afirandin bibîr anî û 19'ê Tîrmehê ku serketina hemû gelan e di salvegera pêncan de pîroz kir.

Doz diyar kir, Şoreşa Rojava beriya her tiştî şoreşa jinê, şoreşa mirovahiyê ye û anî ziman, ku dema li Şoreşa Rojava dinere, ew bi jinbûna xwe hê bêhtir serbilind dibe. Doz got, "Ji ber ku herî zêde jin tevlî şoreşê bûn, ji bo tolê ji vê sîstema ku deqe reş e li dîroka mirovahiyê hilîne. Lewma her serketina ku li wir bi dest dikeve, min serbilind dike."

Medya Doz diyar kir, ku li Rojava ya ku destpêkê bala wê kişand hebûna şervanên Ereb, Kurd, Asûrî û ji neteweyên cuda bû û got, "Min ji xwe re got, dibe ku ev êş hatibin kişandin. Lê belê dema li nifşên piştî me difikirim dilê min rehet dibe."

Doz destnîşan kir, ku li Rojava hin tabû hatine hilweşandin û got, "Mînak, zehmet bû ku li cihekî Kurdistanê jinek bi îdîaya şoreşê tevbigere. Lê belê jinên ciwan hebûn ku bi bavê xwe re di heman çeperê de bûn. Yanî dayik-bav-zarok rahiştibûn çekê û di heman çeperê de têdikoşiyan."

Medya Doz da zanîn, ku bi vê şoreşê re rastiyeke welê ya neteweyî derket holê, ku bi sedan malbatên bi vî rengî mil bi mil tevlî têkoşînê bûn.

Medya Doz got, "Li Kobanê min şerê li kêleka hev ê Pervîn û bavê wê dît. Piştre min dît ku Pervîn şehîd bû. Bavê wê ji bo cenazeyê keça xwe, demeke kin ji eniya lê şer dikir hatibû. Bav piştre vegeriya eniya xwe ya şer û ala Pervîn hilda. Heta ku Kobanê rizgar bû têkoşîna xwe bi vî rengî dewam kir. Şer kir. Bûyerên bi vî rengî ji bo min di asta pîrozmendiyê de hêja ne.

Dayik her roj li ber deriyê morgê bûn. Ji bo cenazeyên şehîdan bişon û rakin. Roj hat, wan dayikan cenazeyên zarokên xwe jî şuştin.

Rewşeke bi vî rengî hebû. Gelekî giran bû ku mirov rake, lê belê nîşan dida ku ji bo pêkhatina şoreşê divê çi bê kirin, çi fedakarî bê kirin.

Dilê dayikên li ber deriyê morgê bi hatina her şervanekî re parçe parçe dibû. Zarokên wan jî li çeperên şer bûn, her dayik bi tirs û fikar bûn ku rojekê cenazeyê zarokên wan jî dikare bê.

Dibe ku her roj bi wê tirsê jiyan. Rojekê dibe ku cenazeyê zarokê xwe bişo, hembêz bike, darbestê bixemilîne û oxir bike. Min dayikên bi vî rengî dît."

'JINÊ DEST BI HÛNANDINA JIYANÊ KIR'

Medya Doz anî ziman ku bi demê re sîstem ava bû, bi zimanên Asûrî, Erebî û Kurdî perwerde hate dayin û jinên ku bi jiyanê re her tim xwedî girêdaneke xurt in, li her qada şoreşê cih girtin.

Doz got, ji Efrînê heta Kobanê jinan li her derê kooperatîfên xwe ava kirin û got, "Jina bi destê jinê hêdî hêdî dihat hûnandin. Bêguman zor û zehmetî hebûn. Civak hînî rewşeke bi vî rengî nebû bû. Îro jin şer bi rê ve dibin, şer dikin. Fermandara Pêngava Reqayê ku hê jî dewam dike, hevaleke jin e."

Medya Doz ragihand, jin ne tenê li qada şer e û destnîşan kir, ku perwerde, tenduristî, aborî bi pêşengiya jinê, bi rengê jinê bi pêş ket.

Medya Doz diyar kir, ku li Rojava gelek berhemên sînemayê û roman derketin holê û got, "Dema ez li ser axa Şengalê dimeşiyam, min romanên dimeşin didît. Dema ji Kobanê derbas dibe, çîrok bêhejmar derdikevin pêşiya te, lê tiştê ku tu dizane wê çaxê têrê nake. Ji bo ev hêz bi me re bafire, divê em xwe xurt bikin. Lê mixabin ev pêk nehat. Berhemeke ku hêjayî vê rastiyê ye, mixabin ancax piştî deh salan em karibin bafirînin.

'EV TOV NARIZE'

Medya Doz anî ziman ku li Rojava bi berxwedaneke gelekî mezin serketin û destketiyeke mezin bi dest ketiye û ev yek jî bi hêsanî ji dest naçe. Doz got, "Ev yek ji bo min her tim hêvî ye. Ez bawerim ev hêvî ji bo hemû Rojhilata Navîn e û Rojava ji tevahiya mirovahiyê re dikare bibe modelek. Min ev yek dît. Mînak; eger jineke Asûrî bi heyranî li me dinere, jineke Ereb xwe di nav avê têkoşînê de dibîne, ji vê yekê encamek derdikeve. Ev tov li vê axê hate reşandin, zû bi zû narize."