Bi çalakiya xeleka ji mirovan qeyûm li Amedê hate protestokirin

Welatiyên li navçeya Rezan a Amedê li dijî qeyûman nerazîbûn nîşan dan, xeleka ji mirovan çêkirin û rê li trafîkê girtin.

Welatiyên nerazîbûn nîşanî desteserkirina qeyûman a şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê dan, rê li trafîkê girtin. Welatiyên li Çerxerêya Turgut Ozal a li navçeya Rezan a Amedê xeleka ji mirovan çêkirin, rê li trafîkê girtin.

Di çalakiyê de welatiyên destên hev girtin dirûşmên ‘Amed ya me ye, şaredarî ya me ye’ û ‘Amed nerazê xwedî li vîna xwe derbikevin’ qîrkirin.