'Bi betalkirina meclîsê re wê îhaleyan pêşkêşî alîgirên xwe bike'

Berdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya hate desteserkirina Cemîl Komî got, bi betalkirina meclîsa wan re wê qeyûm îhaleyan yekser pêşkêşî alîgirên xwe bike.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû 19'ê Tebaxê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê dûr xist û li şûna wan Waliyên bajaran tayîn kir. Li şûna Hevşaredara Wanê Bedîla Ozgokçe Walî Mehmet Emin Bîlmez bû qeyûm. Qeyûm Bîlmez destpêkê meclîsa şaredariyê betal kir. Bîlmez nivîs ji meclîsa şaredariyê re şand û ragihand, ku meclîs betal kiriye. Meclîsa ku 71 endamê wê hebûn, 44 endamên meclîsê yên HDP'î û 27 endamên meclîsê jî yên AKP'î bûn.

Hêjayî gotinê ye ku karê yekemîn ê qeyûm Bîlmez ew bû ku kesê bi bertîl yê bi navê Ulker Cem Kaplan hate rojevê, tayînî VASKÎ kir. Berdevkê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cemîl Komî, der barê betalkirina meclîsê û peywira 11 kesên ku qeyûm Mehmet Emîn Bîlmez destnîşan kir axivî.

'QEYÛM WÊ BI TENA SERÊ XWE BIRYARA ÎHALEYAN WERBIGIRE'

Komî da zanîn ku meclîsa şaredariyê wê di 19’ê Tebaxê de li hev kom bibûya û anî ziman, lê mixabin li dijî îradeya gelan darbeya siyasî pêk hat û qeyûm tayînî şaredariya gel hate kirin.

Komî destnîşan kir, piştî ku qeyûm hate tayînkirin karê wî yê destpêkê betalkirina meclîsê bû wiha axivî: "Meclîs xwedî 71 endaman bû, ku ji wan 44 endam ji HDP'ê û 27 jî ji AKP'ê bûn. Qeyûm lingên bingehîn ê şaredariyê betal kir. Karên şaredariyê di meclîsê re derbas dibû. Lê niha qeyûm wê tişta li gorî dilê xwe bi xwe biryar werbigire. Qeyûm 11 kesên nêzî xwe li dora xwe kom kiriye û ev 11 kes wê rêyên hemû diziyê veke. Ev kes wê hesap nedin gel û wê îhaleyan pêşkêşî alîgirên xwe bikin. Ev 11 kes xebatkarên fermî yên dewletê ne. Qeyûm ji bo ku karê wan ên di nivî de maye temam bike, alîgirên xwe anî li ser kar."

'ŞAREDARÎ DÛRÎ GEL NABE'

Komî destnîşan kir ku li gel hemû ferdên civakê wan biryar werdigirtin û got, "Gelek rengên cuda me li ba hevdû kom kir. Di meclîsê de bi gel re me biryar werdigirt, ji xwe rol û mîsyona meclîsê jî wiha bû. Bi rojan me niqaş dikir û biryar dibir ji bo gel. Çiqas meclîsek xurt û ji gel pêk bê, ewqas hevşaredariyek xurt derdikeve holê.  Gel naxwaze bi biryarên keyfî û li pişt diwaran were bi rêvebirin. Bê gel tu kes nikare tiştek bike. Şaredariya ku dûrî gel be nabe şaredarî. Şaredariya bê gel û bê hiqûq, rêya wê her dem tarî ye. Tiştên berê hatin kirin hemû li holê ne. Hemû derfet û xizmeta şaredariyê pêşkêşî alîgirên xwe kirin. Em mafdar in û em ê li dijî vê zilmê teqez biserbikevin."