Bêyî bê darizandin ceza li Dogar ê HDP'yî hate birîn

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Abdûrrahman Dogar, bêyî ku derkeve pêşberî dadgehê, bi salekê cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Abdûrrahman Dogar, di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de weke namzetê Şaredarê Navçeya Xelatê ya Bedlîsê tevlî çalakiyekê bûbû û ji ber vê çalakiyê doz lê hate vekirin.

Dadgeha Ceza ya Asliye ya Xelatê, bi îdîaya ku li ber qanûna 'meş û xwepêşandanan' a bi hejmara 2911 rabûye, salek cezayê girtîgehê li Dogar birî.

Dogar li ser mijarê agahî da û anî ziman ku di dema karê hilbijartinê de polîsan dest li wan werdabû û ji ber vê destwerdanê ew birîndar bûbû.

Dogar diyar kir, der barê mijarê de li emniyetê îfadeya wî hatiye girtin, lê ew dernexistine pêşberî dadgehê. Dogar got, "Ez tevlî rûniştineke bi tenê jî nekirin û salek cezayê girtîgehê li min birîn. Çawa dibe ku dadgehek bêyî yekî darizîne û îfadeya wî bigire, ceza lê dibire? Ev biryareke sosret e."