Beştaş: Welê li me hat ku em xweziya xwe li DGM'yan bînin

Parêzerê parlamenterên HDP'yî Mesût Beştaş, di salvegera yekemîn a operasyonên qirkirina siyasî de axivî û destnîşan kir, ku di nava rejîma AKP'ê de welê li wan hatiye ku xweziya xwe li DGM'yan tînin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî hevserok û parlamenterên HDP'yî, ku 4 mijarê dest pê kirin, salek li pey xwe hiştin.

Heta roja îro 44 parlamenterên HDP'yî hatin binçavkirin û 15 ji wan hatin girtin. Besîme Konca, Meral Daniş Beştaş, Nîhat Akdogan, Ayhan Bîlgen û Leyla Bîrlîk piştî ku wextekê girtî man, hatin berdan. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 9 parlamenter hê dîl girtî ne. Parlamenteriya Fîgen Yuksekdag, Nûrsel Aydogan, Tûgba Hezer, Faysal Sariyildiz û Besîme Konca ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate betalkirin. Parêzer Mesût Beştaş ku parêzeriya hin parlamenteran dike û ji nêz ve bi dosyayan re eleqedar e, pêvajoya hiqûqî nirxand.

Beştaş bi bîr xist, ku HDP'ê zêdeyî 6 mîlyon deng standiye, di mijara pirsgirêka Kurd de polîtîkayên çareseriyê hildiberîne û partiyeke siyasî ya alîgirê demokrasiyê ye û destnîşan kir, ku hewl tê dayin berdêla serketina hilbijartina 7'ê Hezîranê bê bidin dayin.

Beştaş diyar kir, ku parlamenterên HDP'yî ji ber siyaset û axaftina xwe tên darizandin û da zanîn, ku di şexsê parlamenterên HDP'yî de axaftin û nêrîna HDP'ê tê darizandin.

HIQÛQ TÊ BINPÊKIRIN

Beştaş anî ziman, Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan ku hiqûqê nas nake, wekîlên HDP'yî hedef nîşan daye û di encamê de wekîl hatine cezakirin.

Beştaş ragihand, dema ku ew pîvanên hiqûqa gerdûnî dinirxînin dibînin ku ya tê kirin hiquq nîne û got, "Ji aliyê giştî ve helwestên dadger û dozgeran ên li dadgehan, timî li ser dijberiyê ne. Partiya desthilatdar ji bo bandorê li ser dadger û dozgeran bike, bê navber daxuyaniyan dide. Qîma xwe bi van daxuyaniyan jî nînin, radibin li ser dema eşkerekirina biryarê jî mesajan didin. Partiya desthilatdar bi rengekî vekirî bi feraseta tasfiyeyê tevdigere. Dema ku rewş bi vî rengî be, mirov ji ber nêrîna xwe ya siyasî ji azadiyê mehrûm tên hiştin."

Beştaş anî ziman, eger wekîlên HDP'yî di hiqûqa serbixwe û gerdûnî de werin darizandin, wê dadger û dozgerên ku niha wan mehkeme dikin, bi kirina 'sûcê li dijî mirovahiyê' bên mehkûmkirin.

LI BER DESTÊ DADGEHÊ, LI DIJÎ DEMÎRTAŞ TI DANE NÎNE

Parêzer Mesût Beştaş da xuyakirin, ku di doza dîlgirtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de bi zanebûn Demîrtaş dernaxînin pêşberî dadgehê û ev yek jî weke hewldana ji bo tasfiyekirina siyasî nirxand.

Beştaş diyar kir, di destê dadgehê de li dijî Demîrtaş ti dane nîne û bi bîr xist, ku Demîrtaş ev saleke bi rengekî bê daraz girtî ye. Beştaş got, "Ev cihê metirsiyê ye. Ev rewş di salên 1980'î de rewşeke îstîsnaî bû. Lê niha veguheriye pêkanîneke giştî. Rewşeke welê li holê heye, ku ji dadgehên dema rewşa awarte jî derbas kiriye û mafên mirovan di vê astê de tên binpêkirin."

WELÊ LI ME HATIYE KU EM XWEZIYA XWE LI DGM'YAN TÎNIN

Beştaş bi bîr xist ku ev 20 sal in ew parêzer e û got, "Min di salên 90'î de dest bi parêzeriyê kir. Ji aliyê hiqûqî ve gelek pêvajoyên giran û bi pirsgirêk rû dan. Ji aliyê hiqûqî ve ji vê demê bêhtir min demeke ewqasî neyînî nedîtiye. Welê li me hatiye ku em li Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM) digerin. Dibe ku ji bo rakirina wan dadgehan keda me jî hebû. Lê welê li me hatiye ku em pirsa 'gelo bi rakirina wan dadgehan re me tiştekî baş kir yan na' li xwe dikin. Li pêşberî be me sîstemeke bi vî rengî ya hiqûqê heye."