Besta Firat: Ew ê gel vê tecrîdê bişkîne

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat diyar kir ku li hemberî tecrîdê gelê Kurd ji gelên Rojhilata Navîn û raya giştî ya navneteweyî bendewar e û got, “Ji ber ku hêza herî mezin gel e. Gel ew ê karibe vê tecrîdê bişkîne.”

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat ji ber salvegera 20’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî. Firat pirsên li ser dîlgirtina Ocalan, polîtîkaya tecrîdê û grevên birçîbûnê bersivand û got ku, “Hêza herî mezin a li dijî tecrîdê gel e. Ji ber vê jî divê civak xwe birêxistin bike, rabe ser piyan û vê tecrîdê bişkîne. Di vî warî de hêviya me heye.

ROJA REŞ

Firat derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku, “Ji bo me, ev rojeke reş e. Piştî komployê berxwedan û têkoşîneke mezin hate kirin. Yê ku vê têkoşînê didomîne jî Rêber Apo ye. Rêheval Rojbîn Arap, Berwar Çelê, Dîlan, Rotînda, Kurdê û Halît Oral li dora Rêbertî bûn xeleqek û bi slogana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li Kurdistanê fedaîbûneke mezin ava kirin. Em van rêhevalan bi bîr tînin.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3’EMÎN

Dema ku komploya navneteweyî hate kirin hewl dihat dayîn pergala cîhaneke nû were avakirin. Di çarçoveya vê pergalê de projeyek hate avakirin. Navenda vê krîzê jî, Rojhilata Navîn e. Ji ber vê jî mudaxeleya li ser Rojhilata Navîn derxistin pêş. Bi wê mudaxeleyê re şerê cîhanê yê 3’emîn hate destpêkirin. Bi dîlgirtina Rêbertî re, dest bi mudaxeleya Rojhilata Navîn kirin. Li Rojhilata Navîn îdeolojî û felsefeya PKK’ê û xeta azadiyê ya Rêbertî, hêviyeke mezin dida gelên Rojhilata Navîn. PKK li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bûbû hêzeke mezin, Rêber Apo jî li Rojhilata Navîn bû. Ji ber vê jî hêzên ku dixwestin mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin, Rêber Apo ji xwe re wekî asteng didîtin û komploya navneteweyî bi dîlgirtina Rêbertî re dest pê kir. Piştî dîlgirtinê mudaxeleya li ser Iraqê dest pê kir. Piştre jî li Sûriye, Yemen, Misir û Tûnûsê me ev mudaxele dît.”

Besta bal kişand ser vî tiştî ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pûçkirin û got ku, “Rêber Apo ev komplo pûç kir û li Îmraliyê komplo deşîfre kir. Li hemberî komployê alternatîfên xurt derxist holê û bi van alternatîfan re paradîgma guherand. Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê diparêze, derxist holê. Çareseriya modernîteya demokratîk derxist holê. Ji bo ku gel xwe bi rê ve bibin, pergala konfederalîzmê derxist holê. Nimûneya vî tiştî jî şoreşa li Rojava ye. Di heman demê de yek ji hêza ku komplo pûç kir jî hêza gerîla ya fedaî ye. Bi hezaran şehîdên fedaî û berxwedêr ava kir. Di heman demê de gelekî dînamîk jî derket holê. Gelê me di pêvajoya komployê de li her çar parçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û Ewropayê daketin qadan. Berxwedanên di 20 salên dawîn de, komplo pûç kir.

SILAVEKE WÎ JÎ BANDORÊ DIKE

Niha jî di çarçoveya komploya navneteweyî de, tişta herî li pêş çavan tecrîda li Îmraliyê ye. Ji sala 2011’an û vir ve destûr nayê dayîn ku parêzerên wî biçin hevdîtina Rêber Apo. Ji sala 2015’an û vir ve destûrê nadin ku kes biçin hevdîtina Rêber Apo. Li ser Rêbertî îzolasyoneke mezin heye, naxwazin silavekî jî bişîne derve. Ji ber ku silaveke wî jî bandorê dike. Ev êşkenceyeke mezin e. Ev tecrîd nûkirina komployê ye.”

BIRYARA DYE’YÊ YA 6’Ê MIJDARÊ

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat diyar kir ku DYE’yê di 6’ê Mijdarê de li dijî sê rêveberên Tevgera wan biryara girtine stendiye û bal kişand ser vî tiştî ku ev biryar parçeyekî nûkirina komployê ye. Firat got ku, “Ji ber ku Tevgera me li Rojhilata Navîn li ser gelan bandorên mezin dike. Ligel ku ewqasî girtin û qetlîam hate kirin jî gelê me girêdayî Tevgerê ye. Ji ber ku PKK’ê li çar parçeyên Kurdistanê pêşketinên mezin pêk anî. Niha jî dixwazin li ser rêveberên Tevgera me, biryarê bistînin û tecrîdeke din bikin. Bi vê re dixwazin xet û îdeolojiya PKK’ê tasfiye bikin. Lê vê carê di nûkirina vê komployê de her çar parçeyên Kurdistanê heye. Rojava heye. Nûkirina komployê bi dagirkirina Efrînê re hate destpêkirin. Me helwesta hêzên navneteweyî di dagirkirina Efrînê de dît. Ji ber vê jî li ser Rojava jî komployeke mezin heye. Di heman demê de li Başûr jî dagirkirinek heye. Hin hêzên Başûrê Kurdistanê û hin kesên ji partiyên desthilatdariyê yên Başûrê Kurdistanê tevlî vê konsepta komployê bûn. Lê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê li dijî vê biryara DYE’yê nerazîbûneke tund nîşan da.

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Di dema komployê de bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ qehremaniyên mezin hatin kirin. A rast di sala 1996’an de xwestin komployê bidin destpêkirin lê rêheval Zîlan bersiveke mezin da vê komployê. Ji xeynî vêya di dema komployê de bi sedan rêhevalan xeleqeke ji agir çêkirin û bersiv dan vê komployê. Çalakiyên ku niha tên kirin jî wisa ne. Di şexsê rêheval Leyla Guven de çalakî hatine destpêkirin. Di heman demê de li zindanan nêzî 300 girtiyan, li Hewlêrê Nasir Yagiz, li Strasboûrgê 14 rêheval, li Gallerê Îmam Şîş, li Torontoyê Yûsûf Îba, li Mexmûrê Fadîle Tok û gelek hevalên din tevlî vê berxwedanê bûne. Vê berxwedanê bersiveke mezin da faşîzma AKP-MHP’ê. Ev çalakî gelekî dîrokî ne û rûmeteke mezin e. Ez bawer im ew ê bersiveke xurt jî were dayîn. Di warê qada navneteweyî de jî piştgiriyek heye. Siyasetmedar, rewşenbîr û demokrat piştgiriyê didin van çalakiyan. Divê tevlêbûneke mezin pêk were. Ji bo şikandina tecrîdê ev pêwist e. Divê bi çalakiyên cihê û serhildanan bersiv were dayîn. Divê em vê berxwedana ku hatiye destpêkirin, geştir bikin.”

Firat bal kişand ser vî tiştî ku jin azadiya Rêbertî wekî azadiya xwe dibînin û got ku, “Ji zarokên biçûk ên keç heta dayîkan hemû jinan, hêrsa xwe ya li hemberî tecrîdê nîşan dan. Bi hezaran jinên fedaî nerazîbûn nîşanî komployê dan. Li Başûrê Kurdistanê rêheval Viyan, dîlgirtina Rêbertî qebûl nekiribû û çalakiyek kiribû. Em dibînin ku Leyla Guven, Fadîle Tok û bi sedan jin pêşengtiyê ji vê têkoşînê re dikin.”

ZEXTÊN LI SILÊMANÎ HEWLÊRÊ DÛRÎ KURDBÛNÊ YE

Firat bal kişand ser mudaxelaya asayîşa PDK’ê ya li Hewlêrê ya li dijî çalakiya jinan û got ku, “Îro li Hewlêrê destûr nayê dayîn ku li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek were kirin. Li Silêmaniyê destûr nayê dayîn ku çend ciwan ji bo rakirina tecrîdê û ji bo piştgiriya Leyla Guven werin ba hev. Ev tişt li dûrî welatparêzî û Kurdbûnê ye. Ya din gelo çima li Başûrê Kurdistanê rewşenbîr bêdeng dimînin? Partiyên ku ji xwe re dibêjin em welatparêz in, gelo çima bêdeng in? Di heman demê de DMME serlêdana qetlîama bodrûmên Cizîrê ret kir. Berxwedaneke mezin heye lê saziyên navneteweyî bêdeng in. CPT bêdeng e. Saziyên mafên mirovan bêdeng in. Divê ev sazî peywira xwe bi cih bînin. Qet nebe, bila li gorî zagonên xwe tevbigerin. Hêza herî mezin a li dijî tecrîdê gel e. Ji ber vê jî divê civak xwe birêxistin bike, rabe ser piyan û vê tecrîdê bişkîne. Di vî warî de hêviya me heye. Di heman demê de heta ku Rêber Apo azad nebe, em nikarin rêhevaltiya xwe ya bi Rêber Apo re temam bikin. Divê em vê faşîzmê hilweşînin, wê demê ew ê Kurdistan azad bibe, wê demê ew ê di nav civakên Rojhilata Navîn de gavên mezin were avêtin.”