Berzencî ya YNK’yî: Zagon ji Ala Kurdan re ne asteng e
Parlementera YNK’ê ya Iraqê Berzencî got: “Li pêşiya dardakirina Ala Kurdan a li Kerkûkê ti astengiyên zagonî tune ye.”
Parlementera YNK’ê ya Iraqê Berzencî got: “Li pêşiya dardakirina Ala Kurdan a li Kerkûkê ti astengiyên zagonî tune ye.”
Nîqaşên li ser li Kerkûkê bilindkirina Ala Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ya li kêleka Ala hikumeta Navendî ya Iraqê didome.
Parlementera YNK’ê ya Iraqê Leyla Berzencî ji ANF’ê re axivî û got: “Biryar ji aliyê hemû derdorên siyasî hatiye stendin. Di makezagonê de ti astengî li pêşiya vî tiştî tune.”
Berzencî li ser pirsa daxuyaniyên Tirkmenên ên ku dibêjin ev li dijî makezagonê ye û Dewleta Tirk dixwaze vê biryarê asteng bike jî got: “Ne pêkan e ku hinek kes rabin zagonan bikin hincet û bixwazin ji vî tiştî re bibin asteng. Ji ber ku di zagonan de li ser vê mijarê tiştek tune, astengî tune. Hinek kesên ji derve jî ne xwediyê vê rayeyê ne ku bikaribin asteng bikin.”
‘DIVÊ LI PIŞT WÊ WERE SEKINANDIN’
Berzencî wiha anî ziman: “Divê derdorên siyasî, li pişt vê biryara ku meclîsa bajêr stendiye karibin bisekinin” û axaftina xwe wisa domand, “Gelê Kerkukê û meclîsa bajêr a Kerkûkê di vî warî de li ser fikrekê ne. Derdorên siyasî ev biryar bi îradeya xwe stendine. Tişta pêwîst ev e ku, divê êdî bi awayekî xurt li pişt vê biryarê bisekinin.”
Berzencî bal bir ser vî tiştî ku, gelê Kurd ji mêj ve têdikoşin ku Kerkuk bi ser Herêma Kurdistanê were hesibandin û got: “Ev daxwaza gelê Kurd e. Bi salan e ku Kurd dixwazin Kerkuk bi ser Herêma Kurdistanê were hesibandin. Em bi hikumeta navendî re li ser vî tiştî nîqaşan dikin. Lê hikumeta navendî girîngiyê nade pêkanîna biryara ku hatiye stendin û zelalkirina statuyê. Aliyên siyasî yên Kurdan divê ji bo daxwazên Kurdan bi Hikumeta Bexdayê re tevbigerin û ev tişt girîng e jî.”