Berxwedêrên li Mêrdînê: Em ê desthilatdariyê biguherînin

Şêniyên Mêrdînê 18 roj in li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î li ber xwe didin. Parlamenterê HDP'î Mîthat Sancar li qada çalakiyê axivî û got, "Em ê desthilatdariyê biguherînin."

Parlamenterên HDP'î jî di nav de şêniyên Mêrdînê ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP'î cara 18'an li hev kom bûn.

Li gel zext û êrîşên polîsên Tirk jî HDP'î li pêşiya Parka Karayollari çalakiya rûniştinê kirin.

Çalakiya rûniştinê bi stran û dirûşman du saetan dom kir. Piştre daxuyaniyek ji raya giştî re hate ragihandin.

Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak axivî û destnîşan kir ku wê dest ji berxwedanê bernedin.

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar piştî daxuyaniyê axivî û diyar kir, AKP'ê nekarî têkçûna xwe hezm bike, lewma bi rêya qeyûman darbeyeke qirêj kiriye.

Sancar bi bîr xist ku sê şaredariyên wan ên bajarên mezin bi rêya qeyûman hatin desteserkirin û got, "Îradeya gel, dengên paqij û keda gel hate desteserkirin. Meşa HDP'ê îro ji bo guhertina desthilatdariyê ye. Hêza me ji gel e. Yên ku ders ji 7'ê Hezîranê dernexistin bila li 31'ê Adarê binerin. Ev desthilatdarî wê biçe. Em ê desthilatdariyê biguherînin."

Girseya gel piştî daxuyaniyê ber bi avahiya HDP'ê ya bajêr ve meşiya û bi dirûşm û tilîliyan dawî li çalakiyê anî.