Berxwedêrê Strasboûrgê: Hilbijartin parçeyek ji berxwedanê ye

Denîz Surgut ku di greva birçîbûnê ya Strasboûrgê de ye, diyar kir ku serfiraziya hilbijartina xwecihî wê berxwedanê geştir bike û got, ''Divê mirov qeyûman ji Kurdistanê hilqetîne, ev meseleya rûmetê ye''.

Parlamentera Êlihê ya HDP'ê Feleknas Uca û namzetên hevşaredariyê yên bajaroka Îkîkopruyê û rêveberiya bajêr a Êlihê ya DBP'ê serdana malbata Denîz Surgut kirin. Denîz Surgut ev 80 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye. Dema serdanê axaftinek bi Surgut re hate kirin.

'ARMANCA EM KURDISTANÊ ŞIYAR BIKIN'

Surgut bi telefonê ev peyam dan:

''Em bi gelê xwe re di nav pêngaveke berxwedanê de ne. Hilbijartin jî parçeyeke girîng a vê berxwedanê ne. Her serkeftineke li dijî faşîzmê girîng e. Di hilbijartina xwecih de şaredariyên ku wê werin bidestxistin wê bibe parçeyek girîng a pêngava berxwedanê. Bi vê çarçoweyê hevalan serdana gundên Êlihê kirine. Çûne gundê min û serdana malbata min kirine. Ev xebatên bi gelê me re hêja ne. Ji ber vê jî girîng e ku hemû parçeyên berxwedanê ji gel re werin vegotin, gel tevlî pêvajoyê were kirin û were gotin ku grevên birçîbûnê û hilbijartin bi hev ve ne. Yek ji aramanca girîng a çalakiya me ew e ku em Kurdistanê hinekî hişyar bikin.''

'HILBIJARTINÊN XWECIH JÎ PARÇEYEK JI BERXWEDANÊ NE'

Mijara rûmetê ye ku şaredarî dîsa werin standin. Divê gelê me wiha nebêje: ''şaredarî werin standin wê dîsa qeyûm desteser bike'. Ev ê ne nêzîkatiyeke rast be. Dive gelê me vîna xwe nîşan bide. Çi qas zextê bikin jî divê mirov li vîna HDP'ê ango li vîna gelê xwe xwedî derkeve. Gelê me jî divê van hilbijartinan mîna berxwedanekê fêhm bike.

Ji bo me ti dem ne rehet bû. Ti hilbijartin bi rehetî derbas nebû. Di vê hilbijartinê de divê em rengê xwe diyar bikin, faşîzmê teşhîr bikin û zextê bişkînin. Serkeftina di hilbijartinê de her wiha li dijî faşîzmê wê bibe nîşaneya helwesteke xurt a li dijî faşîzmê.

Li hemû deverên Kurdistanê berxwedan hene. Ev hemû berxwedanên ku rengê wan ên çalakiyê cuda ne yek in. Dema ku me berxwedan yek dîtin, wê demê em ê bi giringiya hilbijartinê zanibin. Ji ber vê jî her berxwedan wê hev xurt bikin û geş bikin. Her berxwedan têkilî hev divê rojeva gel çêbikin. Mînak armanca hemû berxwedanan têkbirina faşîzmê ye. Gelê Kurdistanê dema ku vîna xwe nîşan dide ev her wiha pejirandina daxwaza azadiyê ye. Pejirandina azadiyê her wiha tê maneya daxwaza azadiya Rêbertiyê.

'QEYÛM DIVÊ JI KURDISTANÊ WERIN AVÊTIN'

Îro li Bakur a ku pranga li vîna gelê me dayî dewleta Tirk e. Ya ku tecrîda giran li ser Rêbertî danî û bi kirinên der mirovî asteng kirî ku nikaribe dengê xwe bigihîne gel û Rêbertî rehîn digire dewleta Tirk e. Ya ku li dijî destkeftiyên gelê me yê Rojava jî tim gefên şer lê dixwe jî ew e.

Qeyûm divê ji Kurdistanê werin avêtin. Ev mijara rûmetê ye.''