Berxwedana Wanê di roja 18’an de ye: ‘Wê dawiya we bîne’

Xwepêşandanên li dijî dagirkirina qeyûman a şaredariya Wanê di roja 18’an de ye. Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan desthilatdarî hişyar kir û got: “Ev pêkanîn wê dawiya we bîne.”

Nobeda Demokrasiyê di roja 18’an de li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Îpekyolû ya Wanê pêk hat. Li gel wekîlên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Ayşe Acar Başaran, endamên meclîsa şaredarî, Dayikên Aştiyê û gel tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de panrta ‘Hevserokatî sîstema me ya azadiya jinê ye, nayê desteserkirin’ û dowîzên bi nivîsên ‘Hevserokatî xeta me ya xemrî ye’ û ‘Qeyûm baz bidin va jin tên’ hatin hildan.

Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan axivî û got: “Îro jî ji bo li dijî desteserkirina vîn û dîsa xwedî li vîna xwe derbikevin, deng û daxwazên xwe bilind bikin li qadan in. Ne tenê Kurd, kesên parêzvanên demokrasî û hemû beşên alîgirên wekhevî, biratî û aştiyê yên Tirkiyeyê li dijî qeyûman dengê xwe bilind dikin. Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn û gelek bajarên Tirkiyeyê qeyûm tên redkirin. Çalakiyên piştevaniya bi Kurdan re tên kirin.”

Orhan a got: “Em dev jî sîstema hevserokatiyê ya ku yek ji destkeftiyê esas ê jinê ye bernadin. Em carekî din bloka faşîst a AKP/MHP’ê şiyar dikin, wê ev pêkanîn dawiya we bîne. Heta aştî li vî warî pêk bê em ê têbikoşn. Em ê daxwazên xwe li her qadê bînin ziman.”

Roja 18’an a çalakiya nobedê bi stran, helbest, qîrkirina dirûşim û alakiya rûniştinê bi dawî bû.