Berxwedana Mêrdînê didome: Hişmendiya yekreng têk diçe

Li Mêrdînê berxwedana li dijî qeyûm ev 17 roj in didome. Hevserokê KCD'ê Merdan Ozturk got, ''Ev hişmendiya yekreng û faşîst dizane ku dawiya wê tê, hay jê heye''.

Berxwedana li dijî darbeya qeyûm a 19'ê Tebaxê ya li ser şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê di roja 17'an de didome.

Çalakiya bi pêşengiya Rêxistina Bajêr a HDP'ê û wekîlên HDP'ê dîsa di bin zext û zordariya polîsên Tirk de pêk hat.

Li têketa Parka Karayollariyê HDP'yî bi stranan çalakiya xwe didomînin. Di nav çalakgeran de Hevşaredar Ahmet Turk û Fîgen Altindag û her wiha Hevberdevkê KCD'ê û wekîlê HDP'ê Merdan Ozturk jî hazir bû.

Polîsan dema çalakiyê nehişt ku gel ji peyareyan derbas bibe, nehiştin ku zarokên ku avê difiroşin jî nêzî qada çalakiyê bibin.

Li gel astengiyên polîsan jî gel li cihên cudayên parkê rûnişt.

Her çendî ji hev belawela rûniştibin jî bi stran û sirûdan çalakger a xwe dikin yek.

Li ser navê girseyê Hevberdevkê KCD'ê û wekîlê HDP'ê Merdan Ozturk axivî. Ozturk got, ''Ev hişmendiya yekreng û faşîst dizane ku îro dawiya wê hatiye, hay jê heye. Ji ber vê li gel polîsên xwe gefan dixwe û şantajan dike. Bi girtin û destgîrtinan dixwazin gelê me çavtirsandî bikin. Lê ew çi jî bikin gelê me gav neavêt û navêje. Îro em KCD li gel gelek endamên xwe hatin da ku bibin hevkarê berxwedanê.''

Piştî daxuyaniyê çalakger bi çepik, dirûşm û lîlandinan ber bi Avahiya Bajêr a HDP'ê ve meşiyan.