Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 53'an de ye

Malbata Şenyaşar ku çalakiya xwe li mala xwe dewam dike, diyar kir ku astengiyên fîzîkî wê nikaribe têkoşîna wan a edaletê rawestîne.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe yê di êrişê de birîndar bû Ferît Şenyaşar 53 roj in nobeda edaletê digirin.

Ji ber qedexeya derketina derve malbata Şenyaşar çalakiya xwe li malê dewam dike. Têkildarî çalakiyê li medya dîjîtal ev daxuyanî da:

"Astengiyên fîzîkî nikarin têkoşîna me ya edaletê rawestîne. Di her şert û mercî de em ê daxwaza xwe ya ji bo edaletê bînin ziman."