Berxwedana li Amedê didome: Em ê serî netewînin

Li Amedê berxwedana li dijî qeyûm didome. Di çalakiya îro de daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku gelê Kurd tu caran serî natewîne.

Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Amedê di roja 16'an didome. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevşaredar, dayikên aştiyê, nûnerên saziyên sivîl jî di nav de bi sedan kes îro tevlî çalakiyê bûn. Beşdarbûna malbatên ku bi zarokên xwe re hatibûn û kesên asteng îro balê kişandin ser xwe. Her wiha heyetek ku ji bo geşta Rojhilata Navîn ji Almanyayê hatibû jî hat serdana çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta ku li ser "Dest nede vîna min" nivîsandîbû hat vekirin û çalakgeran timik dûrişmeyên mîna "Em ê bi berxwedanê bi serkevin" , "Qeyûm bireve gelê Amedê tê" û "Em bêdeng nabin, natirsin û îteat nakin" hatin berzkirin. Polisan her dû aliyên rêya ku derdiket cihê çalakiyê girtin.

Ji ber ku di çalakiyê de stranên berxwedanê yên kurdî hatin strandin, polisan girseyê hişyar kir. Girseyê bi dûrişmeya "Em ê bi berxwedanê bi serkevin" bersiv da polisan. Welatiyên ku li kursiyê serbest ê li qadê hatiye danîn axivîn û balê kişandin ser neçareserkirina Pirsgirêka Kurd, pêkanînên antîdemokratîk û yekitiya neteweyî ya kurdan.  Piştî çalakiya rûniştinê ya ku 2 saet berdewam kir, daxuyanî hat dayîn.

ÛCA: HÛN ÇI DIKIN BIKIN EM Ê SERÎ NETEWÎNIN

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca diyar kit ku tayînkirina qeyûman encama biryareke siyasî ye û ev tişt got: "Ev ne care yekemîn e. Me di 31'ê Adarê de qeyûman ji wan re şand. Di demeke nêz de emê dîsa qeyûman ji wan re bişînin. Hûn çi dikin bikin dê gelê Kurd li hemberî polîtîka, êrîş û qeyûmên we serê xwe berjêr neke. Weke salên 1990'î dê ev gel li hemberî hemû êrîşên we li ber xwe bide. Em ê li dikî tayînkirina qeyûman di siyaseta demokratîk de israr bikin. Bêhiqûqiya li dijî vîna vî gelî berdewam dike. Madem ku hûn vîna vî gelî nas nakin, çîma hilbijartina çidikin? Me duh jî li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin. Heke sibê hilbijartin çibibe em ê dîsa qeyûman bişînin.

‘BI QEYÛMAN BERSIVA BANGA OCALAN DAN’

Di berdewama axaftina xwe de Ûca diyar kir ku dê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin û wiha pê de çû: "Dema tecrîda li ser Ocalan rabe wê qeyûm jî biçin. Lewra li dijî banga aştiyê ya Brêz Ocalan qeyûm tayîn kirin. Roj li hemberî faşîzm û zilmê  roja berxwedanê ye."

AYAZ: SERÊ ME BILIND E

Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî da zanîn ku dê çalakiya xwe ya rûniştinê bi biryardarî bidomînin û wiha got: "Tu hevşaredarekî me bi nelirêtiyê nayê bibîranîn. Ew pere ji komele û weqfê xwe dişînin. Ji wan weye ku herkes weke wan e. Serê hevşaredarên me bilind e û eniya wan spî ye."

DAYIK: EM Ê ZILM Û HEQARETÊ QEBÛL NEKIN

Ji dayikên Laçik Spî Aklîme Hanas jî destnîşan kir ku deng nedane qeyûm ev tişt anî ziman: "Hûn bi zilm, dizî û qeyûman nagihîjin tu derê. Em vê zilm û heqaretê qebûl nakin. Heke sibê dîsa hilbijartin bê kirin em ê dîsa dengê xwe nedin qeyûman. Em ê li dijî, zilm, biçûkxistin û qeyûman têkoşîna xwe bidomînin.