Berxwedana li Amedê didome

Li Amedê berxwedana li hemberî dagirkeriya qeyyûm didome. Di çalakiyê de daxuyanî hatin dayin û hate diyarkirin ku gel wê bi berxwedanê bi ser bikeve.

Di 19'ê Tebaxê de hevşaredarên Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatin girtin û dewsa wan qeyûm hatibû tayînkirin. Çalakiya rûniştinê ya Amedê ya ku li dijî qeyûman hatiye destpêkirin di roja xwe ya 13'an de didome. Girseya ku li dijî qeyûman li Kolana Liseyê kom bû dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin","Li dijî qeyûman em bibin yek","Mêrdîn a me ye rûmeta me ye" hatin berzkirin. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Remziye Tosûn, Saliha Aydenîz, Feleknas Ûca, Dêrsim Dag, Semra Guzel, Ahmet Şik, Hişyar Ozsoy, Ahmet Turk, Dayikên Aştiyê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli beşdarî çalakiyê bûn.

Ji gelek deran çalakger hatin qadê. Polîsan di têketina qadê de ciwan asteng kir lê girse kete qadê.

Di qadê de hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk berxwedana 13 rojan silav kir û got “Gelê me baş dizane ku, têkoşîna wan têkoşîna gel e. Bi zextan dixwazin pêşiya gelê me bigirin lê vî gelî nîşanî wan da ku, wê gel heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Yaşar Kiliç jî diyar kir ku ew têkoşîna gel silav dikin û 13 roj in ew li qadê li ber xwe didin. Kiliç got ku “Em zarokên vî gelî ne. Berpirsyariyên me li hemberî vî gelî hene. Bijî têkoşîna me ya bi rûmet.”

AYDIN: LI HEMBERÎ QEYYÛMAN BI HEZARAN KES LI BER XWE DIDIN

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî diyar kir ku li hemberî biryara wezîfedarkirina qeyyûm bi hezaran kes li ber xwe didin û got “Vê peywirdarkirina qeyyûman sûc e û em ê li her derê serlêdanan bikin da ku ev qeyyûm ceza li wan were birîn.”

Piştî axaftinan 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî bi slogan û tilîlîyan bi dawî bû.