Berxwedana li Amedê di roja 13’an de ye

Berxwedana li dijî desteserkirina her sê şaredarên HDP’ê di roja 13’an de ye.

Li Amedê berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê yên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve di roja 13’an de didome. Gel li Cadeya Lîse ya li avahiya xizmetê ya şaredariya bajarê mezin li hev civiyan û dirûşmeyên “Amed ya me ye”, “Bi berxwedanê em ê serbikevin” , “Li dijî qeyûm mil bi mil” û “Merdin ya me ye rûmeta me ye” berz kirin.

Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Remziya Tosûn, Salîh Aydenîz, Feleknas Ûca, Dersim Dag, Semra Guzel, Ahmet Şik, Hişyar Oszoy, Dayikên Aştiyê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Ahmet Turk beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî bi lêdana fîtik û berzkirina dirûşmeyan destpê kir. Çalakiya rûniştinê wê bi daxuyaniya çapemeniyê ya saet 13:00’an re bidome.