Berxwedana grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê didome

Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li bajarên Başûrê Kurdistanê didomin.

Berxwedana Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ye, tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê 137 roj in didome.

Her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe û bedena wî dihele.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê di roja 137'an de ji aliyê koma 68'emîn ve didome.

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 112'an de ji aliyê koma 37’emîn ve hate dewrgirtin.

Koma 37’an ji 15 kesan pêk tê. Merasîma dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 37'yemîn Hekîm Teymûr axivî. Teymûr got; “Armanca çalakiya me ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê ye. Em pir bi şans in û kêfxweşbûn ku koma me di rojbûna Rêber Apo dest bi çalakiyê dike.” Herî dawî Teymûr got ku heta ew dawî li tecrîdê neyinin wê dest ji çalakiyên xwe bernedin.

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo,’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ku 21’ê Çileyê dest pê kir, di roja 77’an de bi biryardarî didome.

SILÊMANÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî di roja 114'an de, bi biryardarî didome.