Berxwedan li Mêrdînê didome: Em ê dawî li dagirkeriyê bînin!

Berxwedana li Mêrdînê ya li dijî dagirkeriya şaredariyan dewam dike. Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay a di çalakiyê de axivî got: “Çi dibe bila bibe wê gelê me şaredariyê xwe bistîne.”

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm li Wan, Amed û Mêrdînê dest pê kir di roja 44’an de li Mêrdînê dewam kir. Nobed li ber avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Polîsan dîsa avahiya partiyê kirin dorpêçê.

Li gel vê jî, girse li ber avahiya partiyê kom bû û bi vekirina pankarta “Vîna gel nayê xesp kirin” dest bi Nobeda Demokrasiyê kirin. Girseyê bênavber li çepikan xist, dirûşme berz kirin û strana “Lê dînê” ya aydê Herêma Serhed weke “Em li hemberî qeyûm têdikoşin” gotin.

Piştî çalakiya rûniştinê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay daxuyaniya îro da. Gunay, diyar kir ku 44 roj in Nobeda wan a Demokrasiyê dewam dike û wiha axivî: “Em ê heya dawiyê mafê xwe biparêzin û vîna rast gel derxin holê. Qeyûm ti carî nikarin şaredariyan bi rêve bibin. Bi tayînkirina qeyûm pêşiya xespê, talan, nelirêtî, tacîz û tecawîzên jinan vekirin. Bi taybetî qeyûm êrîşa li ser destkeftiyên jinan e.”

Gunay, bal kişand ser “Paketa Reformê ya Darazê” ya îro di rojeva Meclîsê de ye û wiha bilêv kir: “Divê pêşiya demokrasiyek rast, darazek rast, pergaleke adîlane û darazek wekhev bê vekirin. Îro pêdivaiya me bi darazek serbixwe heye.”

Gunay, di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketina HDP’ê li raya giştî kir. Çalakî piştî axaftina Gunay bi berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê me qezenc bikin” bi dawî bû.