Avesta: Vegera Şengalê ya gelê me bersiva herî mezin a ji bo dijmin e

 ‘Vegera li xaka xwe, vegera li xwe, li ol, bawerî, çanda û nirxê xwe ye. Ji bo vê, vegera gelê me,yên ku ji kampên Başûr û cihên din berê xwe Şengalê pir bimane ye.Helbet tenê veger têrê nake. Divê kesên ku vedigerin bi her hawî rêxistiniya xwe bikin.'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, ji bo salvegera 6’an a Qetlîama Şengalê ya Fermana 73’an ji ANF’ê re nirxand.

Avesta, di serî de şehîdên Fermana 73’an  û hemû mirovên ku di fermanan de heta roja îro bûne qurbanî bi bîr anî.

Avesta bal kişand ser fermanê û got: “Salvegera 6’an  fermana 73’an a 3’yê Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê, di şexsê Şengalê li ser tevahî Ezîdxanê pêk hat. Ê ku vê komkujiyê plan kirin, êrîşkirin û tê de piştgiriya çetê DAÎŞ’ê kirin wana şermezar dikim. Di şexsê şehîdên fermanê de tevahî şehîdên Ezîdxanê û ê Kurdistanê çêbûne wan qurbaniyan bi rêzdarî û bi hurmet bibîr tînim. Ji malbatên wan re sersaxî dixwazim. Di rojeke wisa bi êş de, êşên wan parve dikim. Bi munesebeta vê rojê yên ku nehiştin ferman bi ser bikeve, bi rengekî qehremanî wekî Derweşên hemdem ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê şervanên Rêber Apo ê HPG YJA Star, dîsa ji Rojavayê Kurdistanê YPG YPJ xwe gihandin Şengalê û nehiştin ferman bigihije armancê xwe û şehîd ketin, di şexsê heval Dilgeş, Armanc, Vînar û Orhanan de bi rêzdarî, bi hurmet bibîr tînim. Qehremaniya wan, lehengiya wan wê ticarî mirovahî û gelê Êzîdxanê ji bîr neke. Ew ê hertim mînetdarê wê lehengiyê be.”

‘TRAJEDIYA LI ŞENGALÊ QEWIMÎ TRAJEDIYA SEDSALA 21’Ê BÛ’

Avesta, bal kişand ser armanc û planên li Şengalê yên qirkirinê û ev nirxandin kir:“Êrîşa li ser civaka me yê Ezîdî ku pêş ket, êrîşekî plankirî bû. Ev êrîş êrîşekî, siyasî, bîrdozî, bi zanebûn û bi konsept hatiye çekirin. Ji ber ku civaka Êzîdî hilgirê çanda Mezopotamya ye, di şexsê xwe de çand, dîrok û nirxê mirovahî ruxmê hemû qirkirin û fermanan jî heta roja me yê îro aniye û parastî ye. Ji ber ku teslîmî Îslamiyeta  herî hişk û tundî nebû û ola xwe, çanda xwe, nirxê xwe, hebûna xwe parast, her tim bi fermanan re rûbirû ma. Êrîşê ku bi destê DAÎŞ’ê hatin kirin, jî di serî de serok çete Erdogan û hevalbendên wî di vê planê de cihê xwe girtine. Îro em baş dibînin ku ferman bi hemû awayî xwest vê carê vê civakê qir bike. Him zaroka, ixtiyara qetilkirin û him jî jin desteserkirin û birin li sûka firotin. Ewqasî bi rûmetê gelê me û bi heysiyeta civaka me xwestin bilîzin. Heta niha jî aqûbeta bi hezaran jin, zarokên wan ne diyar e. Ji ber ku li sûka navdewletî hatine firotin. Trajediya li ser Şengalê pêk hat, trajediya sedsala 21’ê bû. Mirovahî carekî din di şexsê Şengal û Êzîdxanê de bi trajediya pir dijwar rûbirû ma. Qirkirina civaka me Êzîdî tenê bi komekî nebû. Di şexsê civaka Êzîdî de nirxê gelê Kurdistanê û Kurdîniya resen xwestin tune bikin. Wekî çawa mirovahî xwestin ji nirxên pîroz û kevnar bênesîb bihêlin. Bi vî awayî xwestin civaka Êzîdî di dîrokê de êdî bi tevahî tune bikin.”

‘3’YÊ TEBAXÊ JI BO CIVAKA ME BÛ SEDEMA XWEDÎ LI XWE DERKETINÊ’

Sozdar Avesta, diyar kir ku bi pêşengtiya gerîlayên azadiyê  keç û xortên Şengalê çawa ku ev ferman berovajî kirin, heman demê kirin mîrateyekî Êzîdîtiyê û wiha pêde çû: “Li hemberî vê, berxwedana mezin ku li Şengalê pêşket pir pîroz bû. Tevgera Apoyî mudaxela li ser Şengalê kir mudaxeleyeke dîrokî bû. Mudaxeleyeke bi plan bû, fedaî bû û bi zanebûn bû. Rabûna bi berpirsyariyeke mezin bû. Ji bo vê ew mudaxale bi rengekî qehremanî, bedelekî giran ku hate dayîn zêdeyî 350 şehîd bi tevahî hate dayîn. Bi vî awayî rûmeta mirovahî û tevahî Êzdayatî hate parastin û di dîrokê de cihê wê da diyarkirin. Qehremantiya li Şengalê pêş ket, qehremantiyeke destanî bû. Li hemberî çetên DAÎŞ’ê him gerîlayên azadiyê û heman demê berxwedana gelê me yê bi rûmet a ku li çiyayê Şengalê sekinî. Bi hezaran mirov li çiyayê Şengalê bê ku tiştekî madî li destê wî hebe, heta nirxên manewî ku xwe bispêre hemû ji destê wî hatibû girtin. Lê baweriya wê xurt bû, xwesteka wê ya azadixwaz emir dikir, bi xaka pîroz girêdanbûna wî, çand û ola xwe girêdanbûn hişt ku jê re bibe hîma berxwedanê, li çiyayê Şengalê cihê xwe girt. Mil bi mil ev tekoşîn bi gerîlayê azadiyê re pêş xist. Li ser vê esasî 3’yê Tebaxê ji bo civaka me heman demê bû wekî li xwe xwedî derketinê jî. Li hemberî vê êrîşa namerdane êdî keç û xortên Êzîdxan Yekîniya Parastina Şengalê û Yekinêyê Jinên Şengalê sazkirin û di çeperên tekoşînê de cihê xwe girtin. Piştî fermanê tişta ku hate kirin  ne tenê têkbirina çeteyên  DAÎŞ’ê bû. Heman demê felsefeya jiyana azad tovên vê li Şengalê hate reşandin. Çawa dikare biparêze, çawa dikare xwe bi rê ve bibe, perwerde bike. Çawa dikare xwe bi xwe aboriya xwe pêk bîne û çawa dikare pêşeroja xwe ava bike êdî bingeha vê hate avakirin. Heta roja îro bi ked û emekek mezin, bi fedaîtiyeke mezin, bi berxwedaniyeke mezin anî roja me ye îro.”

‘BILA KES JI BERPIRSYARIYAN XWE NEDE PAŞ, ÊRÎŞ DEWAM IN’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku êrîşên li ser Şengal û Êzidxanê bi rêbazên cuda cuda dewam dike û got:“Civaka Êzîdî teslîm nebû û ji axa xwe derneket. Careke din Êzîdxan xiste cihê jiyaneke azad. Ji bo di nava aramiyê de bi gelê heremê re azad jiyan nejî êrîş li ser berdewam kir. A niha jî ferman berdewam dike. Divê kesek nebêje ferman li ser Şengalê êdî têk çûye û ez dikarim bê ku tiştekî bikim jiyanekî rehet Şengalê bijîm. Ne wisa ye. Niha jî ferman bi rêbazên cûr be cûr, bi taybet bi destê faşîst Erdogan-Bahcelî û hikûmeta wan berdewam e. Ji 2015'an vir ve çawa ku Şengal hate rizgarkirin, êdî êrîşên wan destpê kirin. Êrîşên 3’yê Adarê li ser Xanesorê ya 2017’ê û heta roja îro 5 car in li ser Şengalê dewleta faşîst êrîşên hawayî kirin. Dîsa jî dorpêçeke abarî li ser berdewam dike. Sedemên van êrîşana bi giştî vîna azad û xwe rêxistinkirî armanc kir. Di pêşengtiya jin û ciwanên Êzîdxanê de ku xwe xistin mertal li pêşiya tankên dewleta Tirk û hevkarên wan ên êrîş kirin. Me mînaka wana di êrîşa 3’yê Adara 2017'a de dît. Lehengên wekî Orhan û Çekdar û dîsa keça Êzîdxan şopdara Berîvana hevala Nazê Naîf Qewal çawa ku xwe da pêşiya tankan û bi kevira çûyê, bû pêşenga serhildanê nehişt ku kes bikeve xaka Êzîdxan. Ev tiştekî pir girîng bû. Heta niha ev êrîşên ku têne kirin, êrîş li ser yekbûna civaka me ye, êrîş li ser civaka me ye, êrîş li ser pêşxistin û avakirina jiyana azad e. Di şexsê Şengalê de jî êrîşa tê kirin, êrîş tevahî li ser civaka Êzîdî ye. Baş tê zanîn ku Êzîdxan bê Şengal nabe û Kurdistan jî bê Êzîdxan nabe. Bi hev re girêdayî ye. Nirxê pîroz ê Kurda ye Kurdîniya resen e. Ji bo vê êrîşên bi vî awayî li ser Kurdan dikin û dixwazin rûmeta gelê me têkbibin.”

‘BERSIVA HERÎ PÊWÎST A JI BO DIJMIN, VEGERA SER WARÊ XWE YE’

Avesta bal kişand ser rola civaka Êzidî ya di sala 7’an a fermanê de û erka tevahî gelê Kurdistanê û wiha bilêv kir: “Divê li hemberî vê komployê çi bê kirin? Bi minasebeta salvegera 6’an ku em dikevin sala 7'an di van 6 salan de tişta pêş ket û asta ku Şengalê ya niha gîhayê divê em baş bibînin. Ji tunebûna xwe, hebûna xwe afirand. Ji xweliya xwe xwe ji nû ve çêkir. Bi hemû awayî niha xwe dimeşîne. Ruxmê ewqas êrîşên hovane û dijwar jî çêbû, xwe birêve dibe. Beriya her tiştî vegera gelê me tiştê herî bi nirx û pîroz e. Di sala 7'a fermanê de bersiva mezin ji bo dijminê vê civakê vegera li xaka xwe ye. Vegera li  xaka xwe,  vegera li xwe , li ola xwe, li baweriya xwe, li çanda xwe û li nirxên xwe yê mirovahiyê ye. Ji bo vê jî gelê me di serî de yên li kampên Başûr û her deverekê ne, berê xwe dide Şengalê, pir biwate ye. Tenê veger têrê dike, elbet nake. Divê ku kesên ku vedigerin bi hemû awayî rexistiniya xwe bikin. Xwe perwerde bikin, di nava sazî û dezgehên Şengalê de cihê xwe bigrin. Beriya her tiştî di parastina Şengalê de erk wergirin. Di nava Yekîniyên Parastina Şengalê de, di Yekîniyên Jinên Şengal û di Asayîşa Êzîdxan de, bi parastina xwe yê cewherî divê cihê xwe bigrin. Parastina xwe aîdê xwe bibînin, ji kesên din hevî nekin, li benda kesên din nemînin.

‘XWE PEREWRDEKIRIN Û CIHGITINA DI NAVA SAZIYÊN XWE DE, WÊ PÊŞIYA FERMANA SPÎ BIGIRE’

Ên ku vedigerin divê nebêjin em ê herin li ser vê bingehê bijîn. Elbet ev 6 sal in pir destkeftî hatin bi dest xistin. Ji nan û av zêdetir ji wan re parastin, rêxistinbûyîn û ji nû ve xwe avakirin pêwist e. Şengaleke xweser û demokratîk çêkirin pêwist e. Ji bo vê jî divê her kes di nava van sazî û dezgeh û rêxistinan de cihê xwe bigrin. Hemû jin di nava rêxistinên jin de bên rêxistinkirin. Ciwan jî heman demê xwe rêxistin û ava bikin. Bi vî rengî dikarin pêşî li qirkirina çandî û asîmîlasyonê û fermana spî bigrin.

‘BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ TIFAQ WERE ÇÊKIRIN’

Avest li ser tifaq û yekîtiya Êzidiyan jî axivî û ev nirxandin kir: “Bi vî rengî carekî din yekîtiya nava civaka Êzîdî pir girîng e. Pêşengê civaka me, rêberê Êzîdxanê hevrê Mam Zekî Şengalî, heman demê salvegera fermanê salvegera hevrê Zekî ye jî. Salvegera qatlîama Sîba Şex Xidir, Têl Izêr û Koço ye. Hevrê Zekî ji bo Şengaleke serbixwe û demokratîk, ji bo Şengaleke xwedî vîna xwe be, ji bo Şengal bikaribe têra xwe bike, bi şev û rojên xwe tekoşîn kir û di oxira wê de şehîd ket. Xeta Mam Zekî di Şengalê de bilindkirin û tekoşîn mezinkirin divê beriya her tiştî tifaqa nava xwe were avakirin. Ez ji bo civaka me dixwazim vê bibêjim, nêrandinên siyasî çi dibin bila bibin divê ji bo berjewendiya civakê yekbûnêkî xwe ava bikin. Dibe ku hinek nêrandinên siyasî yên cuda jî hebin, lê wekî nasnameya xwe ya olî, ya civakî û parastina xaka xwe hevgirtinekî xwe çêbikin. Ev yekîtî dikare pêşî li fermana bigre. Her kes divê fedekarî û berpirsyariya dikeve ser milê wî pêk bîne.”

‘DIVÊ GEL LI BER SÎXÛRAN Û XIYANETKARAN HIŞYAR BE’

Avesta, bal kişand ser lîstokên van demên dawî li ser Şengalê û li ser vê mijarê ev hişyarî da:“Kesên ku sîxurtiyê, kesên ku xiyanetê dikin, yên ku dixwazin xwe li ser Şengalê serwer bikin, divê gelê me vê qebûl neke. Divê li hemberî vî bisekine. Em dişopînin di çapemeniyê de dibînin. Carekî din hewldan pir cuda ne, lêystok hene. Dixwazin carekî din vîna rêxistinkirî bi rengekî komplo û xiyanetwarî têk bibin. Ew vîn û rêxistinên li Şengalê derketiye pêş ji nedîtî ve tên. Îrada gelê me ya siyasî ku wek meclîsa xweseriya demokratîk, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdxan, Tevgera Azadiyê Jinên Êzîdxan, Yekîniyên Cîwanên Êzîdxan ên ku bi nirxên şehîdan xwe sazkirine yê herî rewa ye. Ji bilî van ji derva ve vinekî cuda li ser ferzkirin bi ti şewazî divê neyê qebûlkirin. Ji bo vê jî divê gelê me li hemberî van lîstokan hişyar be. Gelê me yê Êzîdxan û tevahî divê yekîtiya xwe ava bikin. Kesên ku nayên vê yekîtiyê, kesên ku nayên vê tifakê, kesên naxwaze civaka me aîdê xwe be divê li hemberî wan jî bi helwest bin. Nehelin li Şengalê carekî din ew serwer bibin. Divê nehelîn tiştên li Şengalê hatine avakirin ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.”

‘EGER IRAQ DIXWEZE BI CIVAKA ÊZIDÎRE LI HEV BIKE Û XWE BIDE EFÛKIRIN, DIVÊ STATÛYA ŞENGALÊ NAS BIKE’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta got: “Di Iraqê de pir zimanî heye, pir olî, pir bawerî, pir çandî heye. Şengal û civaka Êzîdxan jî di Iraqê de wekî xemla wan ne. Civaka herî kevnar e. Bi hemû çand û pîroziyê xwe rengekî cuda dide wê derê. Li hemberî fermanê hikûmeta berê ya demê ku ferman çêbû erkê xwe li hemberî vê civakê pêk neanî. Neparast. Ev 6 sal in vê civakê naparêze. Civaka me bi keda xwe xwe parast û xwe rêxistin kir. Di vê dema derbasbûyî de pîştgiriya ku jê re çêbûyî ji destpêkê heta roja îro rêveberiya xweser ya Bakûr û Rojhilata Sûrye û ji hêla Tevgera Azadiyê ve pêk hatiye. Rixmê ewqas êrîşê çetê DAÎŞ û faşîzma dewleta Tirk li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî bi hemû awayî piştgiriya xwe ji bo gelê Êzîdî bênavber madî manewî berdewam kiriye. Ger hikûmeta Iraqê û rayadarên wî dixwazin bi civaka Êzîdî re lihevhatinekê çêbikin, pêra jiyaneke hevbeş, wekhev û azad bijîn û sucên xwe bidin afûkirin divê beriya her tiştî êrîşên li ser Şengalê tênekirin helwesta xwe li hemberî vê zelal deynîn û pêşî li dewleta faşîst a Tirk bigrin. Divê Şengal weke parazgeheke statuya wî bê naskirin. Vê bike, dikare careke din xwe bi civaka Êzîdî bide efûkirin. Naskirina statûya Şengalê pêşî vekirina bi hev re jiyîn û pêşeroja azad a gelan e. ji bo berjewendiyên dem kurt çavên xwe ji êrîşa re girtin û carekî din gel bi qirkirinê ve rûbirû hiştin nayê qabûlkirin. Hevjiyana ku li Şengalê pêşketiye ji bo pêşeroja Iraqê jî model e.

‘HIKÛMETA HERÊMÊ KU DIXWAZE XWE EFÛ BIKE DIVÊ ASTENGIYAN LI PÊŞIYA ÊZÎDXANEKE XWESER Û DEMOKRATÎK NEDEYNE’

Heman demê hikûmeta herema Kurdistanê, partiyên siyasî yêN dema fermanê helwestek çawa danîn û rewşek çawa jiyan  gelê me û hemî cîhan jî baş dizane. Civaka Êzîdî neparastin, rûbirû hiştin, pişta xwe danê. Gelê me vê dizane. Ew rûreşiya mezin ku wê demê hate kirin, erkên xwe yê wê demê pêk neanîn . Pir sûçên giran kirin. Ew qirkirina ku çêbû bi vê helwesta xwe ve bûn hevkarê vê qirkirinê. Ji bo xwe ji vê gunehê rizgar bikin û xwe bidin efûkirin divê di siyaseta xwe sererast bikin. Ji bo Êzîdxanekî xweser û demokratîk êrîş û astengiyên derdixin devjêberdin. Hîna jî bi hezaran mirov di destê DAÎŞ’ê de di sûka cîhanî de hatine belavkirin û nayên zanîn. Bi hezaran qatlîamên ku hatine kirin ew kes hîna jî di gorên komî de ne û hestiyên wan ji malbatên wan re nehatine dayîn.

‘ÊZÎDXAN YA ÊZIDÎ Û YA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ YE’

Hikûmetê heremê û partiyên siyasî yên Başûr bizanibin ku Şengal beşekî xaka Kurdistanê ye. Êzîdxan hebûna Kurdistanê ye. Bi vê berpirsyariyê divê nêzîk bibin û tevbigerin. Ne wekî Serokê Heremê Kurdistanê her êrîşê ku li ser Şengalê çêdibe dibêje ne dijî Kurdan e, li dijî PKK’ê ye. Ev bê berpirsyarîbûn e, fêhmnekirina tiştên derbasbûyî, jinedîtî hatina vê ye û gera li pey berjewendiyê ye. Divê dev ji vê yekê berdin. Şengal ne Şengala bere ye. Ti hêzek nikare xwe li ser Şengalê ferz bike. Ne hikûmeta Başûr ne ya Iraqê û ne jî desthilatdariyekî din. Êzîdxan ya Êzîdiya ye, ya tevahî gelê li heremê Ereb, Tirkmen, Asur, Suryan, Şîa û her wiha hemû beş û baweriyên civakê ku li wir dijîn, aîdî wan e. Cara yekemin e gelê heremê careke din bi zanebûn jiyaneke hevbeş ava dikin. Divê ti desthilatdarî xwe li ser wê xakê ferz neke. Beriya her tiştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê divê êdî n ew destdirêjiyê li Şengalê bike û ne jî destûr bide. Qenciya herî baş a li wê civakê bikin, êdî naskirina vîna wê, nebûna asteng a li vegerandina li Ezîdxanê, xwe rêxistinkirin û avakirina wê ye. Weke tevgera Apoyî em jî xwedî prensîbekî bi vî rengîne.”

‘CIVAKA ME XWE LI SER RAMAN Û FESEFEYA RÊBER APO RÊXISTIN KIRIYE’

Avesta diyar kir ku wê bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê xweseriya demokratîk û jiyana azad li Şengalê teqez bi ser bikeve û bal kişand ser pêşengtiya civaka Êzîdî û ev nirxandin kir: “Dema Tevgera me ji bo pêşî li qirkirinê bigire çû Şengalê, wan ji wê qetlîam û qirkirinê xelas kir. Şengal piştî karîbû xwe rêve bibe, biparêze li pêş çavê dinyayê daxwuyaniya xwe da û ji Şengalê vekişiya. Şengalî êdî ya xwe ne û xwe birêve dibin. Lê belê Şengalî dizanîn ku bi kîjan fikir û felsefeyî xwe rêxistin dikin. Her deme nêzîkbûna li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ku di wê civakê de cihê xwe girtiye û keda li ber wan hatiye dayîn ew vaya dizanîn û taqdîr dikin. Hêzên êrîşkar bi sedema ku ruxmê dizane PKK hêza xwe ji wir vekişandiye jî, ev jî wek sedemê êrîşê xwe dane nîşandan rêbazeke nû ya pêkanîna qatlîamê ye. Ez dîsa dibêjim, Şengalî û civaka Êzîdxan di fikir û ramanên Rêber Apo de xwe rêxistinkirin rûmeta herî mezin e û bi vê serbilindin jî. Tiştekî tê de wenda bikin tine. Çawa dema fermanê me mudaxele kir û em dereng jî man. Ew mudaxaleya me rexnedayîna me bû. Ew mudaxele me xwe carekî din bi civaka Êzîdî dane qebûlkirin bû. Niha jî ji bo ku ew civak xweser, demokratîk, jiyaneke ku dikare êdî xwe bi xwe bide meşandin bê çêkirin tişta dikeve ser milê me em ê dîsa bikin. Em di xizmeta civaka xwe de ne. Em di bin emir û ramanê Serok Apo de dimeşîn. Rêber Apo ji bo civaka me, em baş dizanin çiqas hesas e. Di bin wan şert û mercên grava Îmralî de hevdîtin çêbû ji bo civaka me keyfxweşiya xwe anî ser ziman û silavê xwe çawa anî ser ziman! Ew jî peyamê Rêber Apo ya ji bo sala em tê de dijîne. Em weke tevgera Apoyî ti êrîşên ser civaka me tê kirin em ê çavê xwe jê re negrin. Em ê jê re bêdeng nemînîn. Em bi vî awayî ji bo xweserî û azadiya civaka xwe têbikoşîn.”

‘SAZIYÊN EWROPÎ DIVÊ STATÛYA ŞENGALÊ NAS BIKIN, KESÊN JI ÊRÎŞ BERPIRSIN BÊN DAREZANDIN’

Avesta, wiha doman:“ Li ser vê esasî sala 7’an Şengal di pêvajoyekî nazîk re derbas dibe. Tevahî Rojhilata Navîn derbas dibe. Hîna jî krîz, kaos berdewam e. Êrîşa faşîzma AKP’ê MHP’ê berdewam in. Dixwazin xeyalê xwe yê beriya vî ya sed salî ya Osmanî pêk bînin. Dema Osmanî jî li ser hikûm bûn em baş dizanin ka civaka me di kîjan qatlîaman derbas kirin. Niha jî dixwazin wê pêş xînin. Çeteyên DAÎŞ’ê dîsa amade dikin û hêzên cûr be cûr dixwazin bixin dewrê. Divê ku civaka me vê bibîne li gorî pêşketinên li heremê çêdibin, êrîşên tevahî li ser Başûr, Bakûr û Rojhilatê Sûrî, li ser Bakurê Kurdistan û li ser Rojhilata Navîn pêş dikevin Şengal jî elbet navenda vê ye. Herî dawî êrîş li ser Maxmûr û Şengalê pêk hatin. Bi hemû awayî li Şengalê tedbîrên ewlekarî baş werin girtin û li gorî vî tevger bê kirin. Civaka Êzîdî ya li derveyî welat jî, li Ewropa, li Rûsya, li Gurcistan, li Ermenistan hemû cihên lê dijîn, ji bo avakirina Şengalê û vegera Şengalê divê piştgiriya bikin. Bi madî û manewî ji bo statûya wê bê naskirin çalakiya li Ewropa pêşketin girîngî bûn ez silav dikim. Lê belê divê bi vî re sînordar nemîne. Çalakiyên curbecur û dewlemend berdewam bike. Her wisa me got êrîşa li ser Êzîdî êrîşa giştiye ew êrîşa li ser Efrînê çêdibe heman demê êrîşa li ser civaka Êzîdî ye jî. Her roj hineka direvîne û qetil dike. Ji bo vê civaka Êzîdxan divê xwedî yekîtiya xwe derbikeve. Ji bo ku mafê xwe di nava civaka navnetewî pêş bixînîn divê xebatê xwe yê dîplomasî bikaribin çêbikin. Saziyên mafê Mirova, Netewên Yekbûyî, di Netewên Yekbûyî de komîta ewlekarî û hemî sazî û dezgeh ên ku bi gotin dibêjin jenosît li Şengalê çêbûye, divê di derheqê Şengalê de di pratîkê de gav bavêjin. Banga me ji wan re heye ku wisa tevbigerin. Statûya Xweseriya Şengalê nas bikin û kesên di vê qirkirinê de rol leystine û para wan têde hene bêne darizandin.”

‘ROJ ROJA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE’

Careke din di serî de jinên tekoşer, dayikên berxwedê, ji bo afirandina jiyaneke azad şev û roj tev digerin, tevahî jinên li Şengal, li Êzîdxan, hemû bawerî û netewên li wir dijîn, di serî de jinan, ciwanan û tevahî gelan, gelê me bi minasebeta vê salê em bang dikin ku ew nirxên hatiye avakirin bi xwîna şehîdan divê xwedî lê derbikevin. Li şehîdên fermanê xwedî derketîn, geşkirina têoşînê, berxwedanê ye û xweparastina bi her awayî ye û bi rengê ku mirov bi kêrî xwe were mirov dikare xwedî li fermanda şehîdan derkeve. Roj roja avakirina tifaqa navxweyî, çêkirina yekîtiyê ya bi gelen herêmê û navxweyî re ye. Li dijî hemû êrîşên derve û navxwe roj roja xweparastin û têkoşînê ye. Roj roja xwedî li xwe derketinê, vegera li ser axa xwe ye, roj roja avakirina Şengala xweser û demokratik e.

Ji bo ku statuya Şengalê bê qebûlkirin, wekî parazgehekî xweser, demokratîk bi nirxê xwe, di nava xaka Iraq û Kurdistanê de ku cihê xwe bigre, Ji bo vê jî hemû partiyên siyasî, rêxistinî yên civaka me yê Êzîdî, kesên dûnavin, dîsa mala Mîra, kesên vê civakê ji bo ku hebûna wî berdewam bike xwe bi erk û berpirsyar dibîne, ez bang li wan dikim; divê ji her demekî zêdetîr ew tevlî nava tekoşînê bibin û tekoşîna xwe berdewam bikin.

Li ser vê esasî ez careke din di şexsê hevrê mamoste û pêşengê me Mam Zekî Şengalî de hevrê Zerdeşt, Êzdîn, Hamît, Cîlo, Berîvan, Berxwedan, Dilgeş, hevrê Şengal û hevrêyên di vê pêngavê de şehîd ketin hevrê Vînara, Armanca û Jîndaya bi nirx û bi hûrmet bibîr tînim. Şehîdên fermanê birînên me yên kûr in. Di hizûra gelê me û civaka me de dibêjin soza me ev e ku heta Şengaleke demokratîk, xweser û xwedî statuyekî Êzîdxan bê avakirin em ê di xizmeta gelê xwe de bin. Teqez gelê me di nava mirovahiya pêşketî de û pergalekî xweser û demokratîk de di nava Netewa Demokratîk de, bi pêşengtiya fikir û ramanê Rêber Apo, di xeta Rêber Apo û şehîdan de wê bigihêje mafê xwe, heqê xwe. Li ser vê esasî em ê bixwazin heta dawî li gel gelê xwe bin û hate dawî pêre bin.”