Berfîn Rêbaz: Divê ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê rawestin

Gerîlaya YJA-Starê Berfîn Rêbaz li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê bang li jin û ciwanan kir.

Gerîlaya YJA - Starê bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û qala kevneşopiya berxwedanê ya gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin.

Gerîlaya bi navê Berfîn Rêbaz got ku “Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ne bi tenê êrîşa li ser Başûr e. Bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê re dixwazin gelê Kurd tune bikin. Armanca Tirkiyeyê ev e ku hemû nirx û berhemên mirovayetiyê têxin destê xwe. Li ser vî esasî jî pergala xwe ya dagirkeriyê didomînin.

Di heman demê de gelê Başûrê Kurdistanê jî ji bo çareserkirina doza Kurdan dikarin hin gavan biavêjin. Hin hewldan hene lê divê were xurtkirin. Di vê gelê Başûrê Kurdistanê vegere ser berxwedêrî û berxwedana xwe ya di dîrokê de. Gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî Enfalê û êrîşên ji aliyê dewletên din, li ber xwe daye. Xwestiye tola şehîdên xwe rake. Divê gelê Başûrê Kurdistanê xwedî li dîroka xwe ya berxwedêr derkeve. Jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê divê hewldanên xwe xurttir bikin. Wekî ku Serokatî jî dibêje ‘Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ Şoreş êdî bi jin û ciwanan didome.”

RÊHEVAL HELMET JI BO ME SEMBOLA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Gerîla Berfîn Rêbaz di axaftina xwe de bal kişand ser şehadeta Endamê Konseya Serokatîya KCK’ê Diyar Xerîb û diyar kir ku divê şehadeta heval Helmet ji bo Başûrê Kurdistanê bibe sedema gavavêtinê. Berfîn Rêbaz got ku “Şehadeta rêheval Helmet, ji bo Başûrê Kurdistanê êşeke mezin bû. Lê li hemberî vî tiştî gelê Başûrê Kurdistanê bi paş ve gav neavêt.Li hemberî îxanet û dagirkeriyê bêdeng neman. Ji ber ku heval Helmet pêşengek bû û dixwest neteweya demokratîk a ku fikra Rêber Apo ye, li Başûrê Kurdistanê û li tevahîya cîhanê bide avakirin. Armanc û keda wî ji bo wekheviyê bû. Di nav şoreşê de keda wî gelekî zêde ye. Ji ber vê jî heval Helmet ji bo me sembola neteweya demokratîk e.

Êrîşên bi vî rengî yên li ser tevgera me, pêwist e ji bo gelê Başûrê Kurdistanê jî bibe hişyariyek. Îxaneta di nav hêzên Başûrê Kurdistanê jî li ber çavan e. Di hevdîtina dawîn a bi Rêber Apo de gelek peyamên girîng ê Rêber Apo li ser Başûrê Kurdistanê hebû. Divê ev peyamên Rêber Apo baş were nirxandin.

‘CIWANÊN BAŞÛR DIVÊ HELWESTA XWE YA LI HEMBERÎ DIJMIN ZELAL BIKE’

Ez jineke ciwan im û wek şopdareke Şehîd Viyan Soran di nav têkoşîna PKK’ê de cih digirim. PKK bi têkoşîn û keda xwe, xwe ava kiriye û heta îroj hatiye. Îro bi hezaran ciwan di nav vê têkoşînê de ne. Çawa ku Elî Çîçek bi ciwantiya xwe pêşengtî ji têkoşînê re kiriye, em ê jî bi hêza xwe û bi ciwantiya xwe têkoşîna xwe bidomînin.

Pergala kapîtalîzmê hewl dide bi pere û maddîyaê ciwanan ji şoreş û hestên welatparêzî dûr bixe. Armanca wan ev e ku asoyeke teng ava bikin. Li Başûrê Kurdistanê dibe ku êrîşê fîzîkî nebe lê êrîşên ji vê mezintir ên di warê manewî û çandî de heye. Ciwanên Başûrê Kurdistanê divê hay ji vê bomberdûmana îdeolojîk hebe û divê li hemberî kirinên dijmin helwesta xwe diyar bikin.”