Berdevkê Heşdî Şabî gef li Kurdan xwar

Berdevkê Heşdî Şabî yê Iraqê Kerîm Nûrî diyar kir ku ew ê nekevin Kerkûkê û heta saet 01.00’ê hêzên ewlekariyê yên Iraqê û polîsên federal divê vegerin cihê xwe yên heta sala 2014’an.

Berdevkê Heşdî Şabî yê Iraqê Kerîm Nûrî di malpera SNN’ê de peyamek weşand.

Di peyama wî de ev tişt hatin diyarkirin:

“Mafekî zagonî ye ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê vegerin qadên xwe yên ên heta sala 2014’an. 

Em naxwazin şer çêbibe. Me bi pêşmergeyan re li dijî DAIŞ’ê şer kirin. PDK û çapemeniya PDK’ê vê daxwaza hikumeta Iraqê berevajî dikin. Wekî komployekê destnîşan dikin. Heke şerek çêbibe, berpirsê vî şerî Mesût Barzanî ye.

Wê hêzên Heşdî Şabî nekevin Kerkûkê. Wê polîsên federal û artêşa Iraqê vegerin cihên xwe yên beriya êrîşên DAIŞ’ê. Divê bi şev heta saet 02.00’an ev hêz bigihêjin cihên xwe.

Ez hêvîdar im, em tên fêmkirin. Serokwezîrê Iraqê niha ji bo arambûna vê rewşê di nav hewldanan de ye.

Lihevkirin wê bi kêrî YNK’ê jî were. Lê heke Barzanî têkeve eksê û wekî girêdayî PDK’ê tevbigere, ev rewş wê wan têxe nav bûyeran.”