'Berdêla xwe mirin jî be em li dû zarokên xwe ne'

Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Serdar Şahîn ê li Girtîgeha Tekîrdagê ye ku 76 roj in di grevê de ye. Bavê Şahîn Mehmet Emîn Şahîn got, "Berdêla xwe mirin jî be em li dû zarokên xwe ne."

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK'ê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Yek ji berxwedêran Serdar Şahîn e ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Tekîrdagê 76 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Bavê Şahîn Mehmet Emîn Şahîn li ser şert û mercên girtîgehê û çalakiya kurê xwe ji ANF'ê re axivî. Şahîn diyar kir, ji roja ku kurê wî dest bi çalakiyê kiriye û heta niha du caran dîtiye û got, moralê çalakgeran zêde ye. Şahîn anî ziman, zarokên wan bi biryar in ku berdêla xwe çi dibe bila bibe, heta ku tecrîd neyê rakirin wê dest ji çalakiya xwe bernedin.

'EM BI ZAROKÊN XWE RE NE'

Şahîn ragihand, zarokên wan ji bo rêberê xwe bedena xwe dane ber birçîbûnê û got, "Em, malbatên wan; li dû îradeya wan e û piştgiriya wan dikin. Lê em nekarî bibin bersiv ji wan re, ev jî me diêşîne. Em li derve nekarîbû bibin dengê wan.

Hêviya wan ji me hebû lê em nebûn bersiv. Di dema hevdîtina vekirî de rexneyên herî mezin li min, li bavê xwe dikir. Ew hem kurê min e, hem jî hevrêyê min. Eger kurê min di vê mijarê de min rexne dike, wê demê kêmasiya min heye. Berdêla xwe mirin jî be em li dû zarokên xwe ne û ji mirinê re jî amade ne. Eger mirin hebe bila bi rûmet be. Bila jiyaneke me ya bêrûmet nebe."

'BAWERÎ Û BIRYARDARIYA WAN GELEKÎ MEZIN E'

Bav Şanîn anî ziman, kurê wî dema bi telefonê pê re axivî jê re gotiye ku rewşa wan baş e û got, "Dibêje ku moralê wan di asta herî bilind de ye. Di roja 64'an a çalakiyê de çûbûm hevdîtinê. Çawa ku mirovek ji ber ku li Zozanên Feraşînê dijî xwedî tenduristiyeke baş e, enerjîk û bedew dixuye, Serdarê min jî bi wî rengî xuya dikir. Lê belê hevalekî li gel wan, tansiyona wî timî bilind dibe. Wî radikin nexweşxaneyê. Ji ber ku tedawiyê qebûl nake, her carê vedigere qawîşê.

Pirsgirêka wan a herî mezin ew e ku 3-4 meh in ava germ nadin wan. Ji neçarî avê dikelînin û bi wî rengî xwe pê dişon. Rojname û pirtûk nedidan wan, lê belê piştî ku çalakiyê dest ê kirin, hin mafên berî niha nedidan wan neçar man ku bidin. Bawerî û biryardariya wan mezin e."

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINA LI LEYLA GUVEN

Bav Şahîn li ser berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî axivî û got, "Hevala me Leyla pêşengî ji vê çalakiya pîroz re kir. Çalakiya wê niha di meha çaran de ye. Lê bleê em Kurdên li Bakur li mala xwe razan. Em xwedî li wan derneketin. Eger sibe darbestek ji girtîgehê derkeve, ne ez ne jî kesekî din nikare hesabê vê bide.

Lê belê dîroka Kurdan wê îro bê nivîsandin. Dibe ku ez nebînim wê rojê, lê belê Egîdên me yên biçûk wê bibînin. Beriya her tiştî weke malbat ez xwe rexne dikim. Me dikarîbû ev çalakî mezintir bikira. Destpêkê xwe, piştre jî hevalên xwe di vê mijarê de rexne dikim. Em çima nikarin tiştekî bikin?"

Şahîn diyar kir, rexneya wan a herî mezin jî li siyaseta sivîl e û got, "Em çima nikarin bibin dengê hevalên xwe? Piştî ku darbest ji girtîgehan derket, wateya tiştekî namîne. Bêguman hilbijartin ji bo me girîng e, lê belê em îro 99 ji sedî yê şaredariyan bi dest bixin jî, eger şehadetek li girtîgehan çêbibe, ti qîmeta wan şaredariyan namîne.

Dema ku vê tevgerê, vê têkoşînê dest pê kir, şaredarî hebûn? Tenê dilsoziya me ya îdeolojîk û felsefîk hebû. Divê em hem xwedî li hilbijartinê, hem jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin."