'Berdêl çi dibe bila bibe em ê kilîda Îmraliyê bişikînin'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş anî ziman ku bi hilbijartineke siyasî ya li Tirkiyeyê re wê şer bi dawî nebe û got, "Ji bo me kilît Îmrali ye û berdêl çi dibe bila bibe em ê wê kilîdê bişikînin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û li ser rojevê axivî.

Şîmal Ulkem destpêkê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û diyar kir ku rastiya şehîdan rastiyeke PKK û PAJK'ê ye, partîbûn li ser xeta şehîdan pêk hatiye.

Şîmal Ulkem bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku di şexsê Abdullah Ocalan de tecrîd li ser tevahiya Kurdistanê tê ferzkirin û êdî ev rastî ji aliyê gelan ve bi rengekî eşkere hatiye fêhmkirin.

Şîmal Ulkem destnîşan kir ku şerê esasî li Îmraliyê tê meşandin û got, "Bila kes peyamên şaş nede. Tenê bi hilbijartineke li Tirkiyeyê, bi hin guhertinên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê yan jî bi dayina xweseriyê ji bo Şengalê ev şer bi dawî nabe, pirsgirêka Kurd wê nehatibe çareserkirin. Ji bo me kilîd li Îmraliyê ye û berdêla wê çi dibe bila bibe em ê wê kilîdê bişikînin."

GELÊ KURD WÊ XIYANETA PDK'Ê TI CARÎ JI BÎR NEKE

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem ragihand ku li pêşiya azadiya Abdullah Ocalan û pêkhatina şoreşa Kurdistanê astengiya herî mezin hevkariya PDK'ê ya bi tifaqa AKP-MHP'ê re ye û got, "Li dijî gerîlayên ku îro xaka Herêmên Parastinê yên Medyayê ji dagirkeriyê diparêzin, hêzên taybet ên PDK'ê bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, bi dayina agahiyên îstîxbaratê dike ku bombe li Kurdistanê bêne barandin. Hewlêr bûye baregeha Tirkan. Ev yek xiyanet e û gelê Kurd jî wê vê xiyanetê ti carî ji bîr neke, wê qebûl neke. Wê teqez hesab ji malbata Barzanî bipirse."

GERÎLA LI ZAGROSAN DESTANÊ DINIVÎSÎNE

Şîmal Ukem berxwedana Bazên Zagrosê ya gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir û anî ziman ku dewleta Tirk ji bo îmhakirina gelê Kurd dest bi konsepteke nû ya şer kiriye. Şîmal Ulkem ragihand ku gerîlayên bi îdeolojiya Abdullah Ocalan, bi çanda xwendawendiYê ya berxwedanê şer dikin li Zagrosan destanê dinivîsînin û destnîşan kir ku her kes divê li cihê lê ye ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve tevlî vê pêvajoyê bibe.