Berçelan mîna her carê xwe xemilandiye

Li Zozanên Berçelanê, ku her sal festîvalên berxbiriyê tên kirin, bi hinceta ewlekariyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin. Tevî vê qedexeyê jî Berçelanê xwe bi rengê xwe yê xwezayê xemilandiye.

Zozanên Berçelanê ku bi 18 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê ye, tevî qedexeyên dewleta Tirk jî xwe bi rengê xwe yê xwezayê xemilandiye. Deşta Berçelanê û Gola Seyîtxan ku li rojavayê wê ye, derdorê hê dixemilînin. Berçelan yek ji cihên ku mirovên herêmê bi hezaran salan e sewalên xwe lê diçêrîne û weke zozanan tê bikaranîn e. Li ser serê Zozanên Berçelanê berf qet nahele. Di salên dawî de li vê derê festîvalên berxbiriyê dihatin lidarxistin. Bi hezaran mirovên xwecihî û yên biyanî her sal tevlî van festîvalan dibûn.

Berçelanê, bi kulîlkên xw eyên ji hezar cûreyî, bi ava xwe ya ji berfê diherike û bi golên xwe, mîna cihekî bihuştê îsal jî xwe xemilandiye. Mîna ku bi vê xemla xwe li ber hêzên dewleta Tirk radibe.

Dewleta Tirk, şer ji xwe re kir bahane û di serî de li Colemêrgê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê deşt û zozan, qadên bejahî li welatiyan qedexe kir. Bi vê qedexeyê re derbeke mezin li sewalkariyê ket. Yek ji cihên hatiye qedexekirin jî Deşta Berçelanê ye ku welatiyan heywanên xwe lê diçêrandin. Her sal bi hezaran welatî, ji bo sewalên xwe berê xwe didan Deşta Berçelanê. Sewalkarî ku çavkaniya debarê ya welatiyên Colemêrgê ye, bi vê qedexeyê re derbeke giran xwar. Welatî nikarin heywanên xwe biçêrînin, her wiha ji bo zivistanê jî nikarin êm ji wan re peyda bikin.

'DEŞTA BERÇELANÊ MALA ME YE'

Welatiyên ku her sal berê xwe didin Deşta Berçelanê, îsal ji ber qedexeyan neçar man li mala xwe bimînin. Gundiyan anîn ziman, ku ji ber nikarin heywanên xwe bi têrkerî biçêrînin, berhem jî ji wan nayê û nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkaya qedexeyê ya dewletê da. Welatiyan ji ANF'ê re qala rewşê kirin: "Deşta Berçelanê mîna mala me ye. Em ê ti carî dest ji Berçelanê bernedin. Em niha nikarin ji gund derkevin, lê rewş wê timî bi vî rengî nebe. Em ê rojekê derkevin ser çiya û zozanên xwe. Qedexeyên wan wê nikaribin bi me. Em îro nikaribin biçin Berçelanê jî, dilê me li wir e. Berçelan çavkaniya me ya jiyanê ye, her tiştê me ye. Em Colemêrgî bi deşt û çiyayên xwe re yek in. Em her tim li vir bûn û em ê her tim li vir bin."