Bendên polîsan ên ji bo heqaret û destdirêjiyê hatine danîn

Hêzên dewleta Tirk di bin navê 'ewlekariyê' de li Cizîrê bi dehan bendên kontrolê danîne û destdirêjiyê li gel dikin.

Piştî ku Tîrmeha 2015'an berxwedana xwerêveberiyê dest pê kir, li ber bajar, navçe û her gundên Şirnexê bendên kontrolê yên polîsan hatin danîn. Ev bendên kontrolê hîn jî li pêşiya ger û geşta mirovan asteng in. Welatiyên ku sê saetan dikarin biçin cihekî, ji ber van bendan 6 saetan di rê de dimînin. Ev pêkanînên ku ji yên Rewşa Awarte jî dijwartir in, di jiyana rojane de rê li ber gelek astengiyan vedikin. Ev bendên kontrolê ku bi bahaneya Rewşa Awate hatin danîn, tevî ku Rewşa Awarte hatiye rakirin jî bendên kontrolê hîn hene.

LI PÊŞIYA HER GUNDÎ BENDEKE TACÎZÊ HEYE

Li gelekperiya Şirnexê 29 bendên kontrolê yên polîsan hene. 6 ji wan li navenda Şirnexê, 8 jê li Cizîrê, 2 jê li Basayê, 4 li Silopiyayê, 3 jê li Elkê, 2 jê li Qilabanê û 4 jî li Hezexê ne. Li her gundê ku rê ji hev qut dikin, hema bêjin bendeke leşkerî heye. Ji ber kontrola nasnameyan jî mirov li pêşiya van bendan dikevin rêzê û neçar in demeke dirêj bisekinin. Dema ku wesayitek digihêje ber bendeke kontrolê, ji strana ku li hundirê wesayitê tê guhdarîkirin, heta sohbetan her tişt bi baldarî tên kontrolkirin.

SÎXURÎ LI AJOKARAN TÊ FERZKIRIN

Kemal Guzen ev 10 sal in di navbera Şirnex û Cizîrê de karê ajokariya mînîbusê dike. Guzen diyar kir ku pêşniyara sîxuriyê lê hatiye kirin û got, "Van 2 salên dawî gelek ajokarên nû dest bi kar kirin. Bi ya me, hinekan ji wan pêşniyara sîxuriyê qebûl kirine. Ajokar nebin jî di nava muşteriyan de polîsên ku bi Kurdî zanin hene. Divê gel li qadên cemaweriyê hinekî din hay ji xwe hebe."