'Bêdengî ne dermanê derdê me ye'

Esmer Yikar ku 2 kurên wê di greva birçîbûnê de ne, nerazîbûn nîşanî bêdengiyê da û got, "Divê her kes êdî rabe ser piyan. Bi vê bêdengiyê re em nikarin derman ji derdê xwe re bibînin."

Greva birçîbûnê ya Leyla Guven 149, ya girtiyan jî 111 roj in didome. Dayika Esmer Yikar ku 2 zarokên wê yên girtî di greva birçîbûnê de ne, ji bo darbest ji girtîgehan dernekeve bang li saziyên mafên mirovan ên Ewropayê û her kesî kir ku bi berpirsyariya xwe tevbigerin.

Dayik Yikar destpêkê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Silavan li girtiyan hemûyan dikim ku li girtîgehê bedena xwe dane ber mirinê. Heta niha 6 cenaze ji girtîgehê derketin. Gelo li bendê ne ku bibe 7? Çima kesek dengê me nabihîze. Dinya çima ewqasî ker û lal e. Zarokên me gihîştine ber mirinê."

Yikar diyar kir, zarokên wê Seyfettîn û Azad di girtîgehê de ne û got, "Seyfettîn li Girtîgeha Bandirmayê ye û ji 1'ê Adarê ve bedena xwe daye ber mirinê. Kurê min ê din Azad jî 4 sal in di girtîgeha Amedê de ye. Zextên li girtiyan didomin. Ez ji vê derê bang li dayikan hemûyan dikim; bila êdî her kes rabin ser piyan. Bêdengî ne dermanê derdê me ye."