Bayik: Kobanê pir mezin bi ser ket

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik got berxwedana Kobanê ya ku bandor li ser serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê kirî giyanê Mazlûman xurt kiriye û ev giyan mezin bi ser ketiye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got Bakurê Kurdistanê ji 40’î zêdetir şehîd daye û ji bo ku Kobanê 6-7-8’ê Cotmehê rabûn ser piyan bi hemû derfetên xwe li berxwedana Kobanê xwedî derketine û ev hem ji bo berxwedana Kobanê û hem jî ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xala fetlonekê ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik di serî de li ser 6-7-8’ê Cotmeha 2014’an a li Bakurê Kurdistanê, di salvgera çalakiya destekdayina Kobanê de ji ANF’ê re axivî.

BANDORA SERHILDANAN MEZIN BÛ

Bayik şehîdên  6-7-8’ê Cotmehê bi bîr anî û got ew şehîdên berz in. Bayik bi bîr xist ku Bakurê Kurdistanê 6-7-8’ê Cotmehê bi hemû derfetên xwe rabûne ser piyan, li berxwedanê Kobanê xwedî derketine, ji 40’î zêdetir şehîd dane û wiha domand: ‘’Gelê me peywira xwe ya dîrokî, netewî û sincî di şexsê berxwedana Kobanê de ji bo hemû gelê Kurd bi cih aniye. Di israra berxwedanê Kobanê de û di encama vê berxwedanê de di serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê de di serî de gelê Bakurê Kurdistanê xwedî girîngî û roleke mezin e. Heke ev berxwedan nebûna, heke Bakurê Kurdistanê ranebûna ser piyan, heke gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dora Kobanê nehatana cem hev, belkî jî wê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê nebûya. Di pêşketina vê de divê mirov bandora raperîna 6-7-8’ê Cotmehê bibîne û rast bixwîne. Van hemûyan hev temam kirin. Berxwedanên bi pêşengiya Bakur çêbûn, ragihandina Roja Kobanê ya Cîhanê hêzeke mezin daya Kobanê. Ev bûne sedema serkeftina berxwedana Kobanê.’’

ERDOGAN ORGANÎZE KIR

Bayik got Erdogan bi dagirkirina Kobanê xwest ku derbeke mezin li Şoreşa Rojava bixe û got şerê Kobanê ku şerekî mezin bû encamên ku wê derxistine jî mezin bû. Bayik got ji bo vê jî di dîroka gelê Kurd û mirovahiyê de bûye xwedî cihekî grîng û wiha domand: ‘’Ji bo ku encamên mezin û destkeftinên mezin bi dest ve anîn di dîrokê de xwedî cihekî wiha girîng e. Her çendî bi navê DAIŞ’ê berê xwe dane Kobanê jî êrîş ji hêla Erdogan ve hatine organîzekirin. Ji ber ku Erdogan di şexsê Rojava de xwest ku derbekê li Tevgera Azadiya Kurdistanê û li gelê Kurd bixe.

Ev  li ser Kurdan geşkirina polîtîkaya qirkirinê bû. Ji bo vê Erdogan di her fersendê de digot, ‘Kobanê ti nemaye ku bikeve’. Piştî vê jî wê berê xwe bidana Efrînê. Li vir jixwe armanca xwe diyar dikir. Dixwest Kobanê tasfiye bike, di şexsê Kobanê de Şoreşa Roajva tasfiye bike, vîna Kurda, moralê Kurd bişkîne û bi vê re jî li parçeyên dî qirkirina Kurdan geş bike û temam bike. Armanca Erdogan- Bahçelî û dewleta Tirk ev bû. Ji bo vê jî bi hemû derfetên berê xwe dana Kobanê û xwestin ku armanca xwe pêk bînin. Gelê me yê Kobanê û jinên Kurd li dijî vê berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Li Kobanê destanek hate nivîsîn. Her kesî digot, ‘Kobanê ket, şoreşa Rojava xilas, dawiya gelê Kurd e.’’ Lê Tevgera Apoyî got, ‘’Kobanê neket, nakeve’, ‘Şoreşa Roajva neket, nakeve’ û ‘Kurd wê mezin bi ser bikevin, wê mezin ji bo her kesî jî bi dest bixe.’’

BANDORÊN KOBANÊ

Bayik got bi berxwedana Kobanê li dinyayê dostaniya bi Kurdan re bi pêş ketiye, gelekan jê piştî ku dîtin Kurd wê di vî şerî de bi ser bikevin û hem jî mezin bi ser bikevin ji bo ku bibin hevparê vê çûne Kobanê. Bayik bi bîr xist ku li ser vê berxwedanê û têkoşînê plan hatine kirin, ji bo ku serfirazî û destkeftiyan nekin a Kurdên azad û berxwedanê nekin a Tevgera Azadiya Kurd xwe kirin hevpar û piştre jî bidestxistin dane ber xwe lê ev bi ser nexistine.

Bayik got, ‘’ê ku serfiraz bûyî gelê Kurd, tevgera şoreşger û Tevgera Apoyî bûye’ û wiha domand: ‘’Şerê Kobanê, pirsa Kurd, berxwedana jina Kurd, Tevgera Azadiya Kurd bi hemû dinyayê da nasîn. Polîtîkayên dewleta Tirk ên reşkirinê yên li dijî Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd bi berxwedana Kobanê hatin pûçkirin. Nerîneke nû ya dî derket.  Tevgera Azadia Kurd gavên mezin avêt. Dijberiya li dijî Kurdan têk bir. Dijminatiya li Kurdan bi giştî qels kir û dostaniya Kurdan xurt kir. Roja Kobanê ya Dinyayê bi xwe re anî. Derbeke mezin li polîtîkaya îmhayê ya dijî Kurd xist ku bi destê Erdogan dihate organîzekirin.

DAWIYA DAIŞ’Ê DEST PÊ KIR

Dawiya DAIŞ’ê ji vir dest pê kir. Dawiya xeyalên Erdogan ên  li ser Rojhilata Navîn jî ji vir dest pê kir. Kobanê ji Erdogan û DAIŞ’ê re bû gor.Heke îro DAIŞ ber bi tinebûnê ve diçe bingehê vê bi berxwedan Kobanê hate danîn. Heke dawiya xeyalên Erdogan ên li ser Rojhilata Navîn hatibe û li dinyayê ti dostên wî nemabin û li Tirkiyê her ku diçe ber bi dawiyê ve diçe bingeha vê jî bi berxwedaniya Kobanê hate danîn. Gelek kêşeyên ku li Tirkiyê têne jiyîn piştî berxwedan Kobanê pêk hatin û niha têne jiyîn.

ÊDÎ GIYANÊ KOBANÊ HEYE

Kobanê di dîroka gelê Kurd û Tevgera Azadiyê de xwedî cihekî birûmet û girîng e. Ev giyanek e. Giyanê berxwedanê yê Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmazan e ku li zindana Amedê danîbûn. Wan li zindanê ev giyan diyar kirin û şervanên azadiyê jî li Kobanê ev giyan derxistin holê. Ev giyan mezintir û xurtir kirin. Vî giyanî çawa ku bi gelê Kurd dabe bidestxistin ji niha û pê de jî wê bide bidestxistin. Ev li Kobanê bi her hêlê, ji hêla her kesî ve hate dîtin. Ji bilî vî giyanî Kurd bi ser nakevin. Lê dema ku vî giyanî bidin ber xwe, derfet çi dibin bila bibin, şert çi dibin bila bibin, dijmin çawa jî berê xwe bide wan, dikarin mezin têbikoşin û serkeftinên mezin bi dest ve bînin.

Kobanê ev çespadn; di şertê dijwar de têkoşîna dijî dijmin û helewsta bi israr bi ser dixe. Ev ne tenê şanî Kurdan dan, şanî hemû dinyayê dan. Ji bo vê jî hemû gelên ku dadmendî, azadî dixwestin û sosyalîst li Kobanê xwedî derketin. Ji ber ku di giyanê Kobanê de azadiya xwe dîtin li Kobanê xwedî derketin û bi vî rengî li xwe xwedî derketin. Kobanê hem ji bo gelê kUrd û hem ji bo gelên dinyayê roleke mezin lîst. Ev giyan didome. Bi vî giyanî li Bakurê Suriyê federasyon çêbû; QSD-MSD çêbû; li Reqa û Dêra ZOrê şerek çêbû û berxwedan didome.

Ev bi vê wesîleyê şervanên Kobanê careke dî bi hurmet slav dikim; şehîdên Kobanê bi minet bi bîr tînim’’