Bayik: Bêyî Kurdan ne şer pêkan e ne jî aştî

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik peyam şand Kongreya Asayî ya KNK’ê ya 17’emîn û bal kişand ser ‘Yekîtiya Neteweyî.’

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik peyam şand Kongreya Asayî ya KNK’ê ya 17’emîn û bal kişand ser ‘Yekîtiya Neteweyî.’

Kongreya KNK’ê ya li Hollandayê bi beşdariya bi sedan delegeyan didome.

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê û endamê KNK’ê Cemîl Bayik peyamek şand kongreyê.

‘HÊZA HERÎ DÎNAMÎK A LI HERÊMÊ KURD IN’

Peyama Cemîl Bayik wisa ye:

“Endamên birêz yên dîwanê û delegeyên hêja!

Di demek ku li çar beşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşketinên awarte hene, em 17’emîn Civata xwe ya giştî pêk tînin. Civata giştî ya ku ji ber şertan nikarim tevlî bibim, bi rêzdarî silav dikim. Ez bawerim wê 17’emîn Civata me ya giştî, vê pêvajoya hessas baş binirxîne, bi nîqaşên ku bike û biryarên ku bigire, têkariyeke girîng li têkoşîna gelê me ya azadî û demokrasiyê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn bike.

Endamên birêz yên dîwanê û delegeyên hêja!

Weke ku hûn hemû baş dizanin li Rojhilata Navîn, 3. Şerê Cîhanê ku hemû hêzên sereke yên cîhan û herêmê mudaxîl bûne û di navendê de Kurd û Kurdistan heye, pêk tê. Di navenda vî şerî de cihgirtina Kurd û Kurdistanê xwe disipêre sedemên dîrokî û rojane. Sedema dîrokî: ew e ku statukoya sedsala 20’an li ser înkar û parçekirina Kurdan saz bûye. Ev rewş di parçekirina statukoyan de jî rolekî navendî li Kurdan bar dike. Sedema rojane jî; ew e ku Kurdan di encama berxwedan û têkoşîna nêzî sed salan de hêzek pir zindî û dînamîk derxistine holê. Ev hêz û dînamîzma ku Kurdan derxistî holê, gelê me kiriye hêza guherîna demokratîk a sereke li herêmê.

Bê guman, di navenda vî şerî de cihgirtina Kurdan û Kurdistanê, hem ji bo gelê me derfetên mezin yên azadiyê raber dike, hem jî di nava xwe de taloke û metirsiyên mezin dihewîne. Hem nakokî û pevçûnên di navbera hêzên dagirker û hêzên navdetewî de,  hem jî yekbûna hêz û daxwaza gelê Kurd bi nirxên serdema me yên bilind dibin, bi nirx û daxwazên gerdûnî ên weke demokrasî, azadî, wekhevî û azadiya jinê re ji bo gelê me derfetên mezin yên azadbûnê derxistiye holê.

Bi taybet têkoşîna dijberî DAIŞ’ê, hem di nezera gelên herêmê, hem jî di asta kûreyî de rol û mîsyon li gelê Kurd bar kiriye û Kurd anîne rewşa hêzek ku bilind dibe. Vê yekê rewşek nû derxistiye holê, ku êdî têkoşîna Kurdan bi Kurdan sînor namîne. Kurd êdî li Rojhilata Navîn bûne hêza sereke a serxwebûn, demokrasî û azadî, her wiha bûne hêza pêşeng a Şoreşa Rojhilata Navîn. Li Rojhilata Navîn êdî bê Kurd ne şer ne jî aştî pêkan e. Têkoşîna azadiya gelê Kurd ku li ser bingehê felsefe û siyaseta Rêber Apo berz dibe, ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo hemû mirovahiyê bûye hêvî. Têkoşîna ku li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê tê meşandin, di pêşengiya Rêber Apo de Kurdbûn jî kiriye gerdûnî. Di esasê de vê rewşê, beşek mezin a polîtîkaya hêzên dagirker a Kurdan li Kurdistanê heps bikin û tine bikin, perçe kiriye.

Endamên birêz yên dîwanê û delegeyên hêja!

Gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê destkeftiyên girîng bi dest xistine, li Rojhilata Navîn bûye hêza pêşengiya şoreşa demokratîk û bi civata navnetewî re têkiliyên bihêz pêş xistiye. Ev yek di hêzên dagirker de bûye sedema tirsek mezin. Vê rewşê, ev hêz ber bi lêgera sazkirina îtîfaqa dij Kurd ve biriye. Li ser vî esasî, dewleta tirk a faşîst-qirker,  hewl dide Îran, Iraq û Sûrî careke din bikişîne nava polîtîkaya Kurd a klasîk.

 

Faşîzma Erdoğan-Bahçeli, bi vî awayî hem hewl dide qezencên gelê Kurd tine bike, hem jî netew-dewleta Tirk a hildiweşe ji nû ve, bi spartina senteza Turk-Îslamê saz bike. Pêwîst e ji vê re destûr neyê dayîn û li dijberî vê, di her astî de têkoşînek bi zanabûn û rêxistî were pêşxistin. Zîra ev îttîfaqane, hem li dijberî qezencên gelê Kurd û hem jî li dijberî demokratîkbûna Rojhilata Navîn taloke û metirsiyek mezin e.

Di rewşa heyî de, derfetên azadiyê û firsendên di destê me de wê mezin bibin û pêş bikevin, an wê metirsî serdest bibin, Polîtîkayên netewî û herêmî  ku hêzên siyasî û civakî yên gelê me bişopîne, wê vê yekê diyar bikin. Eger di asta netewî de, polîtîkaya me ya bingehîn yekîtiya netewî û Kongra Netewî; di asta herêmî de jî înşakirina yekîneyên demokratîk be, wê gelê me azad bibe û Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Lê belê eger polîtîkayên me negehe asta netewî, teng, parçeyî û parçekirî bimîne; her wiha asta herêmî û gerdûnî qezenc neke, bi Kurdistanê sînor bimîne, wê demê wê taloke û metirsî hîn mezintir bibe.

Di vê xalê de, tevî rexne, hişyarî û pêşniyarên gelek hêzên Kurdistanî yên siyasî, civakî û dostên me, li Başûrê Kurdistanê pêkanîna ‘Referanduma Serxwebûnê’, hem ji bo Başûrê Kurdistanê hem jî tevahiya gelê me rewşeke heya dawî bi rîsk derxistiye holê. Beriya her tiştî vê  pêngavê, li Iraqê û Başûr nêvengek ku nakokî û şer zêde bike derxistiye holê. Dîsa vê rewşê, rola katalîzatorê lîstiye ku hêzên dagirker li ser esasê dijberiya Kurd bîne gel hev. Her wiha hişt ku, ew hêzên ji ber rola di çarçoveya Rojhilata Navîn de dilîzîn pir alî destek dane Kurdan, di têkiliyên xwe yên bi Kurdan re hîn bi îhtiyat tevbigerin. Bi kurtî, vê gavê ew rolê mezin ku Kurd dikarin di asta herêmî û gerdûnî de bileyîzin, xistiye zorê. Bêguman, divê li hemberî vê rewşê ketina nava helwestên hestiyar û reaksyonel çênebe, ji bo avakirina dahatûya azad û demokratîk a gelê me û gelên Rojhilata Navîn, divê helwesta herî rast were raberkirin û em di vê yekê de bi israr bin. Ev helwest, dûr sekinandina ji her cûre zêhniyet û polîtîkayên nijadperest, mezhebî û olperestiyê ye, li ser esasê  zêhniyet û siyaseta netewa demokratîk afirandina çareseriyê ye. Pirsgirêkên ku têkildarî referandûma Başûr derketin, careke din derxist holê ka paradîgmaya Netewa Demokratîk û stratejiya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşxistî çiqas rast e. Ji ber wê em ê di mijara vê pirsgirêkê de, li ser esasê xeta sêyem a Rêber Apo danî holê tevbigerin. Hikûmeta Başûr an jî hikûmeta Iraqê ku li ser esasê miliyetgerî an jî mezhebgeriyê tevdigerin, emê li kêleka yek ji wan û di pevçûnên di navbera wan de cih negirin. Ji ber ku li wir du polîtîkayên şaş hene. Em ji du şaşiyan yekî nabijêrin û tercîh nakin. Emê xeta xwe ya serbixwe, demokratîk û azadîxwaz bidomînin û nêzîkatiyek ku gelê xwe ji vê nakokî û şerî dûr bigire, esas wergirin. Ji bo çareseriya tevahî pirsgirêkên etnîk, olî, mezhebî û çandî, em ê çareseriya bi xweseriya demokratîk, sazkirina federasyon û konfederasyonan û înşaya netewa demokratîk esas bigirin. 

Şoreşa Rojava, li ser bingehê feraset û siyaseta  Rêber Apo pêş ketiye û ji bo hemû hêzên demokrasî û azadîxwaz bûye hêvî. Li ser bingehê vê feraset, siyaset û rêxistiniyê, hem bi navê hemû mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê şer hatiye kirin, hem jî li dijberî her hêza ku qesta jiyana demokratîk û azad a gelan dike, bersiv hatiye dayîn. Ji ber vê, di şerê ku şeş sal e li Sûriyeyê dewam dike de, yekane hêza ku bi mezinbûnê li ser piyan maye QSD ye. Niha ber bi dawîbûna şerê li Sûriyeyê ve, rewşek nû derdikeve holê. Ev jî wiha ye; an wê şerê li Sûriyeyê derbasî qonaxek nû bibe, an jî wê di navbera rejîmê û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de diyalog û mûzakere pêk werin. Hêzên li ser bingehê zêhniyet û siyaseta netewa demokratîk tevdigerin, divê xwe ji herduyan jî nedin paş,  ji bo herduyan jî amade bin.

Divê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî xwe li ser esasê zêhniyeta Netew û siyaseta Demokratîk amade bike û çalak beşdarî têkoşîna li her alî bibe. Divê ev xal baş were zanîn; têkoşîna li beşekî Kurdistanê nikare ji beşên din were qutkirin. Ji ber wê, divê gelê me yê Rojhilat bi xwe bawer bike, xwe bisipêre hêza xwe û li ser esasê demokratîk îtîfaqên xwe pêş bixe, têkoşîna demokrasî û azadiyê geş û gûr bike.

KNK ku mîsyona wê ya sereke pêkanîna yekîtiya Kurd a Netewî û rêxistina Kongra Netewî ye, di vê pêvajoya krîtîk de rolê wê gelek giringe û jiyanî ye. Hewldan û keda ku heya niha di vî warî de dayî, dîrokî, pîroz û hêjayî teqdîrê ye. Bêguman, ev hewldan divê bi berfirehî dewam bikin. Lê ezmûnên me yên raboriyê û pêşketinên em dijîn jî nîşan didin ku, divê KNK xebatên Yekîtiya Netewî û Kongra Netewî li ser bingehê ferasetek nû bimeşîne. Ev jî, baş dîtin û vegotina têkiliya di navbera Yekîtiya Kurd a Netewî û Yekîtiya Rojhilata Navîn, li ser bingehek Demokratîk avabûna Yekîtiya Kurd û Înşaya Rojhilata Navîn a Demokratîk e.  Zîra, di serê sedsala 20’emîn de tenê Kurd û Kurdistan nehatin parçekirin. Di esasê de gelên Turk, Ereb û Fars ku ji kevin de di warê erdnîgarî û çandî de dinava hevde dijiyan, li ser bingehê Netew-Dewletê hatin parçekirin û li dijberî hev hatin bicihkirin. Lewma jî di cewher de, hem tevahî Rojhilata Navîn hat parçekirin, hem jî pêşî li demokratîkbûna Rojhilata Navîn hat girtin. Ji ber wê, pêkhatina Yekîtiya Kurd a Netewî ku di bin vê parçebûnê de radizê, di heman demê de wê bingehê yekîtî û demokrasiya Rojhilata Navîn jî saz bike.

Di asta herêmî de nêzîkatiyek wiha li meseleya Yekîtiya Netewî, zêdetir çareseriyê pêş dixe, di asta Netewî de jî lazim e em meseleya Yekîtiyê danexin yekîtiya partiyan û vê rewşê derbas bikin.  Ji ber Netew tenê ji partiyên siyasî pêk nayê. Hemû beşên siyasî, civakî, etnîk, olî-mezhebî û heta kesayet,  ew hêman in ku netewê pêk tînin. Ji ber wê, lazim e xebatên yekîtiya Netewî van beşan hemûyan bigire nava xwe û armanca wê ew be ku herkesê li derdora hin rêgez û nirxên hevbeş kom bike. Nêzîkatiya li ser esasê vê ferasetê, hem wê di wateya rast de yekîtiya Netewî pêk bîne, hem jî rê veke ku hêzên siyasî hêsantir werin gel hev.

Li ser bingehê van fikir, nirxandin û pêşniyaran dubare 17’emîn Civata giştî a KNKê silav dikim, baweriya xwe a bi serkeftina civatê diyar dikim. Weke endamekî KNK’ê ji bo pêkanîna wezîfeyên li ser milê xwe, soza ku min berê dabû nû dikim, we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.”