Bavê Jîna Emînî hat destgîrkirin

Emced Emînî ê ku bavê Jîna Emînî ye, di salvegera şehadeta keça xwe de hate destgîrkirin.

Emced Emînî yê ku keça wî Jîna Emînî ya ku li Tehranê hatibû qetilkirin, hate destgîrkirin.

Tevî tehdîdên rayedarên Îranê yên ji bo lidarxistina merasîmê, malbata Emînî ev daxuyanî dabû  "Weke her malbateke xemgîn em jî wek malbata Emînî em ê li ser gora keça xwe kom bibin. Di salvegera qetilkirina keça me Jîna Emînî de em ê merasîmê li dar bixin.”

Tê payîn ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê protestoyên girseyî were lidarxistin.