Bavê Fermandar Kazim Kûlû, Mehmet Kûlû rehmet kir

Bavê Fermandarê Gerîla Kazim Kûlû, Mehmet Kûlû roja 27’ê Adarê rehmet kir. Cenazeyê Kûlû roja 28’ê Adarê hatibû veşartin.

Bavê yek ji fermandarê gerîlayên azadiya Kurdistan Kazim Kûlû (Şiyar) Mehmet Kûlû roja 27’ê Adarê di encama nexweşiyê de rehmet kir. Cenazeyê Kûlû li kêleka kurê wî Şiyar hate veşartin.

Mehmet Kûlû sala 1968’an weke karker çûbû Elmanyayê û piştî teqawîd bû vegeriya Dersimê û di encama nexweşiyê de roja 27’ê Adarê rehmet kir.

Cenazeyê Kûlû roja 28’ê Adarê li goristana Pîr Tarla a gundê Sutluce yê navenda Dersimê li kêleke gora Kazim Kûlû hatibû veşartin.

Mehmet Kûlû ku sala 1938’an ji dayîk bûbû, kurê wî Kazim Kûlû (Şiyar) di temenê ciwantiyê de di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih girtibû û beşdarî Pêngava 15’ê Tebaxê bûbû.