Başûrê Kurdistanê 1’ê Mijdarê diçe hilbijartinê

Serokê Giştî yê PDK’ê Barzanî, bi nivîsa ji bo Komîsyona Hilbijartina Bilind re şandî, daxwaz kir ku hilbijartina Serokatiya Herêmê û parlementoyê di 1’ê Mijdarê de bê kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, bi nivîsa ji bo Komîsyona Hilbijartina Bilind re şandî, daxwaz kir ku hilbijartina Serokatiya Herêmê û Parlementoya Herêma Kurdistanê di 1’ê Mijdarê de bê kirin.

Barzanî yê ku li ser şertê Tevgera Goran a “Parlementoyê aktîv bikin, li wir biryara referandûmê bidin” neçar ma gav bi şûnde bavêje, di nivîsa xwe ya ji 2 bendan pêk tê de di benda 2’emîn de, ji bo hilbijartinê 1’ê Mijdara 2017’an daxwaza amadekariyê kir.

Barzanî yê ku 7’ê Hezîrana 2017’an li gel hinek partiyên siyasî civiya bû, diyar kiribû ku wê 25’ê Îlonê biçin referandûmê, 6’ê Mijdarê jî wê hilbijartina Serokatiya Herêmê û parlementoyê bikin.

Tevgera Goran a duyemîna partiya Başûrê Kurdistanê ye û Partiya Komela Îslamî civîn baykot kiribû û şertê yekem ê ji bo lidarxistina referandûmê jî ew bû ku parlementoyê aktîv bike.

Barzanî yê ku di sala 2013’an de erka wî bi dawî bibû û li ser biryara parlementoyê 2 sal din hatibû dirêjkirin, tevî ku 19’ê Tebaxa 2015’an jî erka wî bi dawî jî bibû, erka xwe domand.

Nerazîbûnên Tevgera Goran a ji bo Barzanî yê ku erka wî 19’ê Tebaxa 2015’an bi dawî bibû berde, zêde bibû. Li ser vê Serokê Meclîsê Dr, Yûsif Mihemed ê ji Tevgera Goran ku 12’ê Cotmeha 2015’an ji Silêmaniyê xwest biçe Hewlêrê, asayîşa PDK’ê rê neda Mihemed û parlemanto hate girtin.

Goran jî bûyerên qewimî weke ‘darbe’ bi nav kir. Piştre jî Goran 5 wezîrên xwe yên di nava hikûmetê de ji erkê girt û qulf li ser deriyê parlementoyê dabû.

Di hilbijartina sala 2013’an a Parlementoya Herêma Kurdistanê ya ku ji 111 kursiyan pêk dihat, PDK’ê 38, Goran 24, YNK 18, Yekgirtû Îslamî 10, Komeleyî Îslamî jî 6 kursî bi dest xistibû, kusiyên din jî li ser kêmenetewan hatibû parvekirin.