Başaran: Ev pêvajo ji bo xizanan bûye rewşeke gelekî giran

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser bandora şewba vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo xizanan veguheriye rewşeke dijwar.

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê hatine wergirtin ji aliyê jin û kedkaran ve nirxand.

Başaran destnîşan kir ku desthilatdarî bi rengekî necidî nêzî pandemiyê dibe.

Başaran bal kişand ser belavbûna vîrûsa Covîd-19 li tevahiya cîhanê û got, "Di rewşekê de ku rojeva tevahiya cîhanê pandemî ye, ne ya qebûlkirinê ye ku mîna 'bandorê li Tirkiyeyê nake' nêzîkatî bê nîşandan.

Dema ku li ser vê vîrûsê diaxivîn, nîqaş dihate kirin û tevdîr dihatin nirxandin, Tirkiye welê tevdigeriya ku mîna qet bandorê lê neke. Desthilatdarî kete nava nêzîkatiyeke wiha ya necidî."

Başaran bi bîr xist, desthilatdariyê saziyên pispor ên mîna Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) li derve hişt û li gorî xwe 'desteya zanistiyê' ava kir û biryar da ku pêvajoyê bi vî rengî bi rê ve bibe.

Başaran bal kişand ser banga 'li malê bimîne' ya desthilatdariyê û destnîşan kir, tundiya li jinê herî zêde li malê tê kirin.

Başaran got, "Yekane piştgiriya ku piştî vê bangê hate kirin, kolonya bûn ku hatin belavkirin. Li gel vê yekê ji bo karker û kedkarên ku neçar in bixebitin ti tevdîr nehatin girtin, ti piştgirî nehate dayin. Lewma rêbaza desthilatariyê ya ku 'bila kerî hemû pê bikeve' veguherî rêbaza şewba çînî. Yên ku derfetên xwe yên mayina li malê hene, yanî yên ku rewşa xwe ya aborî baş e li malê man, lê ev pêvajo ji bo xizanan veguherî rewşeke gelekî dijwar. Vê pêvajoyê herî zêde bandor li jinan kir. Jinên ku piraniya wan xizan in û bi rengekî neewle dihatin xebitandin, yan ji kar hatin derxistin yan jî neçar hatin hiştin ku bêyî heqdest bikevin destûrê. Bi vê yekê re ji aliyê aborî ve jin bêhtir xizan bûn. Dema ku banga 'li malê bimînin' hate kirin, rastiya ku ev yek ji bo jinan gelekî metirsîdar e jinedîtî ve hatin.

Weke ku tê zanîn piraniya bûyerên tundiyê ji aliyê xizmên wan ve tên kirin... Di dema şewbê, şer û afetên xwezayî de bûyerên tundiya li jinê zêde dibin."

Başaran di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jin divê di vê pêvajoyê de piştevaniyê xurt bikin û got, "Em dernekevin derve jî, li hev rast neyên jî divê em piştevaniya xwe xurt bikin."