Başaran: Bi tecrîdê dixwazin komployê nû bikin

Parlamenter Başaran diyar kir, bi tecrîdkirina Ocalan re dixwazin komploya navneteweyî nû bikin û bal kişand ser girîngiya grevên birçîbûnê. Başaran got, "Divê her kes bi erka xwe rabe û bibe dengê hevrêyên me yên di greva birçîbûnê de ne."

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Başaran bi bîr xist, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal e bi rêk û pêk didome û diyar kir, dema ku komploya navneteweyî li dijî Ocalan pêk hat cîhanê tev zanîbûn ku pirsgirêka Kurd bi radestkirina Ocalan nayê çareserkirin. Başaran da zanîn, bi radestkirina Ocalan re pirsgirêk mezintir bû û wiha dewam kir: "Komplogeran xwestin krîz an jî şerekî navxweyî bixin nava Rojhilata Navîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi demê re bi hewldanên xwe yên ji bo çareserî û aştiyê, polîtîkayên komplogeran bê bandor kir û ev polîtîka veguherand çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk."

'OCALAN AKTOREK SEREKE YÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E'

Başaran destnîşan kir, hewldanên Ocalan ên çareseriyê ew gihane qonaxeke nû û wiha pê daket: "Bi vî rengî mirov dikare bêje ku komploya navneteweyî bi her rengekî hatiye têkbirin. Ocalan hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêya danûstandinan çareser bike. Li dijî vê yekê dewlet tecrîdê dişidîne. Girankirina tecrîdê jî siyasetê dixitimîne. Kengî şer gur dibe, kengî rêyên aştiyê dixitimin tecrîd jî kûr dibe. Dema ku tecrîd giran dibe şerekî kûr û berfireh li herêmê rû dide. Paşeroja gelan û ya Tirkiyeyê, ya jî jî polîtîkaya Tirkiyeyê û ya navxweyî bi rewşa Ocalan ve girêdayî ye. Ev paşeroj jî tecrîd kirine. Tecrîd û girtina Ocalan a li Îmraliyê êdî bê wate bûye. Ji ber ku êdî cihan tev qebûl dike ku Ocalan aktorekî sereke yê çareserkirina pirsgirêka Kurd e." 

'KOMPLOGER TÊK ÇÛN Û XITIMÎN'

Başaran got, li gel ku 20 sal li ser komployê derbas bûne û Ocalan bi rengekî giran tê tecrîdkirin, fikir û ramanên wî li Rojhilata Navîn şîn dibe. Başaran diyar kir, ramanên Ocalan projeyên komplogeran têk bir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Komplogeran dixwestin li Rohilata Navîn dewletên biçûk ên netewe ava bikin û li ser axa Rojhilata Navîn şerekî bêdawî bidin destpêkirin. Ji ber ku hêzên navneteweyî bi şerê li Rojhilata Navîn xwe li ser lingan digirin û xwe bi pêş dixin. Em îro dibînin, bi perspektîfên rêzdar Ocalan Rojava ji nû ve şîn bûye. Li Rojava fikirên rêzdar Ocalan plan û projeyên van hêzên navneteweyî hemû têk bir. Ji xwe roja ewil a komployê, komploger têk çûn û xitimîn."

'BI TECRÎDÊ DIXWAZIN KOMPLOYÊ NÛ BIKIN'

Başaran got, ji ber ku komploger têk çûne niha jî dixwazin bi tecrîda girankirî komployê nû bikin û ev tişt got: "20 sal e rêzdar Ocalan li Îmraliyê bi rengekî li dijî hiqûqê dîl tê girtin. Tecrîda girankirî hemû rêyên hiqûqê binpê kiriye û li Îmraliyê pêkanînên taybet ketine dewrê. Ev qanûn siyasî û şexsî ne. Ev qanûn li gorî daxwaza serdest û komplogeran hatiye avakirin. Dîroka Îmraliyê li ber çavan e. Îmrali her tim ji bo pêşeng û rêberan bûye girtîgehek taybet. Di vê girtîgeha taybet de rêzdar Ocalan 20 sal in di nava çar diwaran de li ber xwe dide. Divê sê salên dawî de tecrîd kûr bûye û veguheriye êşkenceyê. Di pêvajoya aştiyê de rêzdar Ocalan ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bû hêvî. Desthilatdariya AKP'ê bi şirîkên xwe û hêzên kûr biryarek nû girtine û bi vê biryarê dixwazin Kurd bi ya wan bikin."

'DIVÊ CPT BI ERK Û BERPIRSYARIYA XWE RABE'

Başaran di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya CPT û got: "Tecrîdkirina rêzdar Ocalan hiqûqî nîne û mînaka wê li dinyayê nîne. Ev sê sal in nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev li dijî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û rêgezên qanûnên navneteweyî ye. Bêdengiya CPT'ê ji xwe cîhanê bêdeng dike. Biryarên DMME û CPT siyasî ne û ew jî bûne parçeyek ji polîtîkayên komplogeran. Divê CPT li gorî zagonên xwe tevbigere û dawî li bêdengiya xwe bîne. Ev bêdengî jî asta paşvemayîna demokrasiyê ye."

'BERPIRSYAR DESTHLATA SIYASÎ Û MECLÎS E'

Başaran da zanîn ku tecrîd bi rêk û pêk ji Îmraliyê destpê kiriye û li Rojhilata Navîn berbelav bûye. Başaran got: "Îro li ser siyaseta demokratîk, jinan, zarokan, ciwan û civakê tecrîd heye. Helwesta dîlên azadiyê û hevrêyên me yên din ku bi qîrîna rêzdar Leyla Guven destpê kir, bi biryar e. Bi rojan e hewl tê dayîn ku mirov ji vê qîrînê re bibin deng, lê tekane mûxatabê vê desthilatdarî û wezareta dadê ye ku deng dernaxînin. Heke encamên nebaş çêbibin berpisyarê vê yekê desthilatdariya siyasî û meclîs e. Ji bo ku ti encamên nebaş dernekeve tişta dikeve ser milê her kesî divê pêk bîne û bibin denge hevrêyên me."