Barzanî bi ITC, dûvelinga MÎT’ê re rûnişt
Mesûd Barzanî bi şandeya ITC’ê (Eniya Tirkmen a Iraqê ) re rûnişt ,ku ITC dûvelinga MÎT’ê ye û li pêş hilbijartina waliyê Kerkûkê asteng e.
Mesûd Barzanî bi şandeya ITC’ê (Eniya Tirkmen a Iraqê ) re rûnişt ,ku ITC dûvelinga MÎT’ê ye û li pêş hilbijartina waliyê Kerkûkê asteng e.
Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî her çendî ji seroktiya herêmê bi mecbûrî kişiya be jî, ji krîza Kerkûkê û ji deverên ku nîqaş li ser hene destê xwe nakişîne. Bi şandeya ITC’ê re rûnişt, ku ITC li pêş hilbijartina waliyê Kerkûkê asteng e û tevlî civîna Serokkomarê Iraqê Fuat Mahsûm nebû.
Li gorî çapemeniya PDK’ê di rûniştinê de ji hilbijartina walî zêdetir li ser hilbijartina Iraqê ya siberojê û li ser pêkhateyên etnîk, bawerî yên Kerkûkê gotebêj kirine.
GEL NE RAZÎ YE
Gelê Başûr jî ne razî ye û xwedî helwest e ku ku Kerkûk ketiye vê rewşê û bi wan kesan re were rûniştin ku li pêş hilbijartina waliyê Kerkûkê asteng in.
ITC ya ku ji hêla MÎT’a Tirk ve hatî avakirin li Kerkûkê û derdora wê di nav çarçoweya ajandaya AKP/MHP’ê tevdigere.