Baro û OHD: Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence heye!

Baroya Amedê û OHD li Xarpêtê bi girtiyan re axivîn, ku êşkence li girtiyan hatibû kirin. Parêzeran çavdêriyên xwe gotin.

Baroya Amedê û OHD li ser îdiayên li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan îşkence hatiye kirin hevdîtin pêk anîn. Baro û OHD’ê banga “Biçin girtîgehê û bibin şahidê îşkenceyê” li Wezareta Dadê, baroyan û partiyên siyasî yên li Meclîsê kirin. 
 
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Hevserokê Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) Bunyamîn Şeker û parêzerên endamên Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Amedê duh li Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi girtiyên ku gardiyanan li wan daye re hevdîtin pêk anîn. Hat gotin ku êrîş di 4’ê tebaxê de pêk hatiye. Saziyan têkildarî hevdîtina li gel girtiyan li Eywana Konferansê ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Aydin, Şeker û parêzer beşdarî civînê bûn. 
 
GIRTIYAN ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ NÎŞAN DAN 
 
Serokê Baroyê Cîhan Aydin daxuyanî da û diyar kir ku wan li Girtîgeha Xarpêtê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîne û girtiyan ji wan re gotiye gardiyanan îşkence û muameleya xerab li wan kiriye. Aydin wiha got: “Li ser bedena girtiyan şopên îşkenceyê hebûn. Girtî M.K. û A.D. li odeya hevdîtinê ya parêzeran şopên li ser bedena xwe nîşanî me dan. Werimandina li ser laşê girtiyan hatiye tespîtkirin. 
 
NÊZÎ 50 GIRTÎ HATINE ÎŞKENCEKIRIN 
 
Aydin diyar kir ku girtiyan ji wan re gotiye ji ber ku girtî wek odeyan di navbera hev de axivîne gardiyanan êrîşî wan kirye û wiha got: “Li odeyên jimara B1, B2, B3, B4, B5, B6, B7, B8, C61, C62, C63, C64, C65, C66, C67, C68, C69 îşkence li girtiyan hatiye kirin. Heke ev îdia rast bin, nêzî 50 girtî hatine îşkencekirin.” 
 
MIDUR LI BETLANÊ YE 
 
Aydin anî ziman ku wan têkildarî îdiayên li hepsê xwestine bi midûrê girtîgehê re hevdîtin pêk bînin Lê bi hênceta midur li destûrê bûye hevdîtin pêk neanîne û tevî hemû israrên wan jî nikaribûne bi midurê duyem ê girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin. 
 
GILÎ KIRINE 
 
Aydin destnîşan kir ku li ser vê yekê bi wekîlê Serdozgerê Komarê ya Xarpêtê re hevdîtin pêk anîne û wekîlê dozger gotiye tişta qanûnî ya pêwîst dê bikin û got: “Têkildarî îdiaya îşkenceya li girtiyan hatiye kirin ji serdozgeriyê re gilî hatiye kirin û hatiye xwestin ku girtiyên hatine îşkencekirin sewqî nexweşxaneyê bên kirin.” 
 
Aydin da zanîn ku girtiyan ji wan re ragihandiye ku rayedarên girtîgeh dereng bersiv didin daxwazên wan û got: “Vê helwesta rayedarên girtîgehê bêtir rê li ber binpêkirina mafan vedike.” 
 
‘NEBIN ŞÎRIKÊ SÛC’ 
 
Aydin xwest li dijî îşkence û muameleya xerab a li Girtîgeha Xarpêtê demildest bê lêpirsînkirin û wiha got: “Em ê ji Wezareta Dadê bixwazin ku bila demildest wezîfedarên di dîroka bûyerê de bûne sedemê bûyerê ji kar dûr bixe. Em meqamên dadê û îdarî vedixwînin ku demildest biçin şopên îşkenceya li ser bedena girtiyan tespît bikin û kiryaran demildest derxin pêşberî darazê. Divê bi bahaneya betlana edlî û cejnê ev mesele neyê piştguhkirin. Heke li bendê bisekinin ku şop ji ser bedena girtiyan biçe, dê bibin şîrikê sûc. Wê delîl di tariyê de bimînin. Em li vir radigihînin ku wê ev hemû bibin sedema sûckirinê.” 
 
‘BIÇIN ŞAHIDIYA ÎŞKENCEYÊ BIKIN’ 
 
Aydin rêxistinên mafê mirovan, Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan, baroyan, partiyên li Meclîsê vexwend hestiyariyê û got: “Bêyî ku dem winda bibe, biçin Girtîgeha Xarpêtê û girtiyan ziyaret bikin. Biçin şahidiya îşkenceyê bikin.”