BI DÎMEN

Bangawazî ji bo Newroza Qendîlê

Ji bo tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê ya Qendîlê bangawazî hate kirin.

Komîteya Amedekar ya Tevgera Azad a Qendîlê, dest bi amadekariyên pîrazbahiya Newroza Qendîlê kir. Daxuyanî bi bîranîna şehîdên HPG, YBŞ û YPG’ê hate destpêkirin. Komîteya Amedekar a Binare Qendîlê Mihemed Hesen got li dijî hemû êrîşên dijî Kurd ew ê bi dirûşma ‘’teqez em ê bi ser bikevin’  Newrozê bikin û di serî de gelê Başûr bang li hemû gelê Kurd kir ku bi rengên xwe tevlî nav Newroza Qendîlê bibin û peyamên yekîtiya netewî bidin.