'Banga Rêber Apo rê neda komkujiya mezin'

"Gel, ji bo ku xwe xilas bike berê xwe dabûn çiya. Di nav de dayîkek, du zarokên wê di hembêza wê de ber bi min ve hat û ji min av xwest da ku bide zarokên xwe. Mîn dît ku zarokek di hembêza wê de ji jiyana xwe dest dabû lê dayîk pê nehesiyabû."

Dîcle Hêvîdar, bi nasnav Rojbîn Akyol. Sala 1991'ê di nava welatparêziya Mêrdînê de tê dinyê. Di temenek biçûk de fikrê azadiyê nas dike. Ev yek xeyalên wê mezintir dike û bi daxwaza çûyîna wargehên berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Çûyîna mekteb û kargehên dewleta Tirk, rastiya dîroka bi êş a gelê Kurd bi awayekî zelal bi wê dide nasîn. Her ku nas dike xwestaka bûyîna gerîla bi dijwarî hîs dike. Bi germahiya biharê di sala 2013'an berê xwe dide warê xeyalên xwe û di sala 2014'an ji ber fermana li ser gelê Êzîdî, hêrsa wê mezin dibe û ji bo tolhildanê berê xwe dide warên pîroz. Şehîd Dîcle yek ji wan pêşengên ku di fermana Şengalê de ji bo xilaskirina gelê Êzîdî berê xwe dabû Şengalê. Di nava berxwedaneke bêhempa de bibû şahidê êşên pir mezin.

'MIN BI HÊRSA TOLHILDANÊ BERÊ XWE DA ŞENGALÊ'

Birînên kûr, êşên ku diviyabû ti carî neyên ji bîr kirin bi fermanê re rû dabûn. Ji ber vê Derwêş û Eduleyên hemdem ji bo tolhildanê sonda serketinê dabûn. Li ser xakên ku dergûşa mirovahiyê bûn cardin îxanet derdiket ser dika dîrokê. Ev ne çarenûsa gelê Kurd bû diviyabû, li hember îxanetê berxwedaniyek wiha mezin bihata nîşandan ku tola zarokên ku leyîstokê wan nîvî mabû û bi sedan keçên ku xwe ji zinaran avêtibûn ji wan bihata pirsîn. Di demeke wiha de Dîcle wateya hebûna xwe û armanca xwe wiha vedibêje; 'Dema ku di sala 2014'an em derbasî Şengalê bûn hêj ew salek bû ku ez beşdarî gerîlayên azadiyê bibûm. Em taburek heval di destpêka fermanê de me berê xwe da xakên pîroz. Bi rastî ew cara yekem bû min tevkujiyekî bi wî rengî didît ji ber wê li ser tevahiya hevalan jî bandor kir. Dayîk û zarok bi awayek hovane hatibûn qetil kirin, her derê xwîn. Dîrokê careke din gelê herî resen diêşand. Dîtina dîmenên wiha hêrs û kîna di dilê me de dijwartir dikir."

'ARMANCA ME ASTENGKIRINA TEVKUJIYAN BÛ'

Bêguman çeteyên DAÎŞ'ê dijminê mirovahiyê bûn û bi destê hêzên hegemon ve dihatin birêxistin kirin. Ne tenê li Şengalê di heman demê de êrîşê destketiyên şoreşa Rojava jî dikirin. Dema ku êrîş birin ser Şengalê wê demê qaşo KDP, li wê derê hêza parastinê bû lê mixabin di dema êrîşê de li pey xwe jî nenêrîn, gelên herêmê di nava fermanê de hiştin. Cardin dîroka xiyanetê dubare dikir, KDP ku bi navê Kurdbûnê daxivî, di dema êrîşên DAÎŞ'ê de gelê Êzîdî tenê hiştin. Bi mûdaxaleya gerîlayên PKK’ê pêşî li tevkujiên mezintir hate girtin. Dîcle jî yek ji wan gerîlayan bû û wekî ku ew dem cardin zindî bibin wiha qala berxwedana gerîlayên azadiyê dikir; "Di nava şerekî wiha mezin de şahadet û birîndariyê hevalan rû dida, lê belê dîtina rastiyên dijmin îradeya me jî hîn xurtir dikir. Armanca me pêşî girtina tevkujiyê bû ji ber vê yekê wek hêzên HPG û YJA Starê me berê xwe da Şengalê. Tişta ku herî zêde bandor li ser min çêkirî bêguman dîmenên bi êş yên dayîk û zarokan bû. Germahiya Şengalê gelekî dijwar e, lê bi rastî îradeya gel di asta herî jor de bû ji ber ku gelê Êzîdî gelek pir berxwedêr e. Hovîtiya ku çeteyên DAÎŞ'ê bi gelê Êzîdî da jiyîn pir bi êş bû. Di bin germahiya tavê de û ji ber bê avî gelek zarok û mirov ji jiyana xwe dest didan. Lê bi hêza PKK’ê ve pêşî li gelek xeteriyên mezin hat girtin. Ev jî di bingeha îdolojiya Serok Apo re pêk hat lewra Serok APO, rastiya dîroka gelê Kurd bi hemû aliyan ve nîşanê me da. Çavkaniya hêza me felsefeya Serok Apo ye. Wek hêzên gerîla mûdaxale hat kirin, pêşî li tevkujiyên mezintir hat girtin ji ber vê yekê em keyfxweş bûn lewra rola xwe leyîstin.’

'RUHÊ BERXWEDANA ŞENGALÊ BINGEHA SERKETINÊ BÛ'

Wê demên herî bi wate ya berxwedaniyê ti carî nehatiba jibîr kirin, lewra di gihîştina serketinê de bibûya çavkaniya îrade û hêzê. Dema ku Dîcle bi heyecaneke mezin berê xwe dide xaka Şangalê dîmenên herî bi êş re rû bi rû dimîne û wiha behsa bûyerekî di dema fermanê dike; "Gel, ji bo ku xwe xilas bikin berê xwe dabûn çiya. Di nav de dayîkek du zarokên wê di hembêza wê de bûn. Ber bi min ve hat û daxwaza avê kir. Got; ‘Ezê bidim zarokên xwe’ Mîn dît ku zarokek di hembêza wê de ji jiyana xwe dest dabû lê dayîk pê nehesiyabû. Dema ku fêm kir ku zarok ji jiyana xwe dest daye lê cardin jî ew di hembêza xwe de jidand û got; ‘Ez bernadim, bila bi min re bimîne’ Bêguman di fermanê de ne tenê ew zarok bi sedan zarok di hembêza dayîkên xwe de ji jiyana xwe dest dabûn. Dîtin û jiyan kirina wê dîmenê êşekî pir mezin dida jiyîn. Hin dayîk, ji bona ku zarokên wan nekevin destê çeteyên DAÎŞ'ê xwe zinaran avêtin. Çawa ku hevrê Berîtan ji bo ku nekeve destê dijmin, bi kişandina tilîliyan xwe ji zinaran davêje gelek keçên ciwan ji bo ku nekevin destê çeteyên hov xwe ji zinaran avêtin. Di rastiyê de ew ruhê ku li Şengalê dihat jiyîn berdewamiya çanda berxwedêr a jina Kurd bû."

DEMA 'DÎCLE' HER DIHERIKE

Bêguman di encama keda bêhempa û bi berdêlên giranbûha ya gerîlayên Kurdistanê ve gelê Êzîdî bi hêza xwe parastina xwe pêş dixin. Pergala parastinê di nava gel de hat ava kirin û gelê Êzîdî di bingeha felsefeya jiyana azad a Rêber Apo de jiyana xwe didomînin. Dîcle, ji Zagrosê heta Şengalê ji Şengalê heta Amedê bi armanca gihîştina jiyana azad têkoşiya. Ti carî dev ji xeyalên xwe berneda. Bi ruhê berxwedana Şengalê berê xwe da Amedê û ji bona tolhildanê soz da. Wek jineke ji xwe bawer bû çalakvaneke vê serdemê. Di sala 2018 an li Amedê gihîşt şahadetê.